NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li dijî bendeke “Polîsên Leşkerî û çeteyên El-Cebha El-Şamiya” li nêzî wargeha perwerdeyê ya li kantonê çalakiyek pêk anîn.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;
“Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên hêzên me li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk li tevahî herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî de, em ji çeteyên destdirêj gelê me û xaka me ya Efrînê kirin ku ew êdî rojane li tevahî herêmên Efrîn, Idlib, Ezaz û deverên din di kemînên şervanên me de. Êdî nema karin ji cezeyên me bifilitin, her çendî xwe ji me dûr xistin jiyana wan di her kêliyekî de di xeteriyê de ye.
Wekî bersivdayîna ji binpêkirin û sûcên ku çete û artêşa Tirk a dagirker der heqê gelê me û xaka ya paqij de dikin, hêzên me di 11‘ê Tîrmeha 2019‘an de li herêma Tirindê erebeyeke bombekirî bo benda Polîsên Leşkerî û Cebheta El-Şamiya li nêzî Wargeha Perwerdeyê teqandin. Di encamê de 16 çete hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.
Em careke din dûbare dikin û ji sivîlên li hermên dagirkirî re dibêjin dûrî deverên leşkerî yên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker bibin ji ber dê bibin hedefa şervanên me.
Em Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqez dikin ku çalakiyên me yên li dijî destên ku dirêjî xwîna gelê me yê sivîl kirin û xaka ya Efrînê qirêj kirine berdewam in. Ji destpêka çalakiyan xwe me soz da gelê xwe ku em kêliyekê ji tolhildana li hemberî dagirkerî û çeteyan paşde venagerin.”