NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan roja şemiyê li bajarê Elmanyayê Euskirchenê di yekemîn festîvala ciwanên Enternasyonalistê de tên cem hev. Festîval li bajarê Euskirchenê bi slogana “Faşîzmê hilweşîne û xwezayê biparêze” dî 13’ê tîrmehê tê li darxistin.
Festival ji aliyê rêxistin û komelên ciwanan, Ciwanên enternasyonalist Linksjugend Solid-Nrw (Ciwanên Çepgir), Feministinnen gegen Rechts (li dijî rastgiriyê Feminîzim) û Bündnis Eifel gegen Rechts (li dijî rastgiran yekîtî) ve tê organîzekirin.
Ji gelek çand û tevgeran wê ciwan di festîvalê de bên gel hev. Di festivalê de wê hunermend Xecê, Serhado, S. Castro, Lardy’s, Koma Siyabend û Mikaîl Aslan derkevin ser dikê. Herwiha şano û govend jî wê hebe. Di festîvalê de li ser rol û misyona ciwanan peyam bên dayin. Komîta amadekar a festîvalê bang li ciwanan kir ku bi rihê demê tevlî festîvalê bibin.
Navnîşana Festîvalê: Am Schwalbenberg 10, 53879 Euskirchen.