MINBIC – Navenda Lêkolînê ya Jîneolojîyê yekemîn perwerdeya havînî ji bo jinên ciwan li bajarê Minbicê dest pê kir. Bi armanca pêşxistina kesayeta jinên ciwan ku cewher û rastiya xwe nas bikin û têkiliya jin û xwezayê û jiyana hevbeş fam bikin, ev perwerde hat destpêkirin.
Ji bo nifşê nû ku di encama zihniyeta desthildar de ji jiyana xwe ya xwezayî qut dibin û bi teknîkê ve hatiye girêdan, alternatîfên cuda tên avakirin da ku ji xwezayê dûr nekevin û rastiya xwe nas bikin. Bi vê armancê Navenda Lêkolînê ya Jîneolojîyê ji bo jinên ciwan ên bajarê Minbicê yekemîn perwerdeya havînî li ser çemê firatê bi navê ‘Perwerdeya havînî ya ciwanên Jineolojîyê’ ji bo 21 jinên ciwan vekir. Ew ê perwerde hefteyekê dewam bike.Armanca perwedeyê ew e ku ciwan ji bandora kapîtalîzmê rigar bibin û pir zêde di bin bandora teknolojiyê de nemînin. Her wiha tê armancakirin ku rihê jiyana hevbeş bê pêşxistin. Jinên ku perwerdeyê dibînin wiha hestên xwe anîn ziman:”Ji bo em xwe pêş bixin dersên Jîneolojiyê gelek girîng in. Divê hemû jin di warê perwerdeya Jîneolojiyê de xwe pêş bixin.”
Bi armanca pêxistina zanyariyên jinan, berpirsên dewreyê bernameyek zengîn diyar kirine. Jinên Ciwan ku perwerdeyê dibînin, serdana cihên dîrokî yên li bajêr û gundewaran dikin. Tevî ku fêrî avjenî û hin karê destan dibin.
Li gorî bernameya dewreyê ya rojane, jinên ciwan perwerdeyê dibînin pirtûkan dixwînin û fêrî kardestiyan dibin. Mîna çêkirina wêneyan ji pelên daran, xêzkirina ser kevir û tabloyên ji heriyê.
Hind Cinêd yek ji jinên ku beşdarî dewreyê bûye, destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê ev yekemîn dewreya havînê ye ku tê vekirin.