HESEKÊ – Îro li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yekemîn kongreya Meclisa Ciwanên MSD’ê bi dirûşmeya “Bi rêxistin û yekîtiya li ser pîvanên şoreşê Sûriyê dê rizgar bibe” hate lidarxstin. 500 endamên Meclisa Ciwanên MSD’ê ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ciwanên partiyên siyasî, ciwanên ji parêzgeha Siwêda, Humis, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, cîgirê Hevserokatiya Meclisa MSD’ê Gebrayîl Şamûn, Fîdan Xelîl, ji Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso, her wiha hejmarek ji nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûne.
Piştî axaftinan, kongrê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Di kongrê de rêziknameya Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk hate xwendin, piştî nîqaşkirin û hin guhertinan rêzikname hate erêkirin.
Têkildarî xebatên demên pêş nîqaş û pêşniyarên beşdaran hebûn. Ji wan pêşniyaran; semînerên zanistî li herêmên Firat û Minbicê werin zêdekirin, akademiyên ciwanên Sûriyê were vekirin, xurtkirina rola ciwanan di nava komînan de û yekkirin û pêkanîna armancên ciwanan.
Di dawiya kongrê de Meclisa Giştî ya Meclisa Ciwanên MSD’ê ji 34 endaman hatin hilbijartin.
Tê payîn ku hevserokên meclisê di civîna yekamîn de werin hilbijartin.