“Terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo (1930-1989) karekî dûr ji prensîbên exlaqê têkeliyên siyasî bû. Kesê ku di wan şertan de Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn pêwîstiyeke mezin bi mayîn û ramanên wî hebû, lê weke ku rayedarên komara teror û îdamê bi karekî wiha re xwestibin paşeroja jiyana nifşên nû bi tarîtî, zilm, girtin û kuştinê re bikine yek, tunekirina azadîxwazan bi erkekî xwe yê sereke dizanîn. Di qada siyaseta hingî ya tije mij û moran de hebûna Dr. Qasimlo dikarî bêtir rêya doza demokrasiyê li Îran û Kurdistanê nêzî serkeftinê bike. 30 sal derbas bûn, lê hêşta jî kesî nekariya cihê wî yê vala tije bike. Ew êdî bûye hewara azadiyê û qêrînên wiha jî qet nikarin bêne kuştin. Sala 1979‘an Dr. Qasimlo bi çar daxwazên jê re zû pêhesiya ku Xumêynî yê xeratir ji rejîma Pehlewî li hemberî ramanên demokratîk şerê kurdan bike:
- Daxwaza otonomiyê bo kurdan,
- Daxwaza demokarsiyê bo Îranê,
- Cudatî di faktora mezheb de nebe sedema îzolekirina hemû derdorên kurdan,
- Şerê çekdarî li dijî kurdan û cîhada Xumêynî ku rêxistinên siyasî ên kurdan weke dijminên îslam û kafir didan nasandin.
Sedemên bingehîn yên lihevnehatina aliyên kurd û rejîma Îranê çar xalên jor bûn ku Dr. Qasimlo ji kurdan dawa kir referandûma ji bo komara îslamî boykot bikin.
Di vê nivîsê de mijara sereke ew e ka çima rêberên kurd wiha bi erzanî têne şehîdkirin.
Qedera Simkoyê Şikak!
Roj 21‘ê tîrmeha sala 1930‘an bû. Dîsa rûdaneke tije xem esmanê jiyana kurdan dagirtibû. Qehremanekî neteweyî, lîderekî siyasî-leşkerî yê doza Kurdistanê, Simkoyê mêrxas bû ku mîna Cewer Axa, Mameş Axayê Mengor û Emîrxanê Lepzêrîn di nava xwîna xwe de gevizîbû. Rovî li ser serê şêrê Kurdistanê sekinîbûn û çiqe-çiqa kamîreyên wan yên wênegirtinê bû. Bi hezaran hesretên nedîtî û bi rêbazên namerdane ji hêla rayedarên dewleta Riza Pehlewî ve hate terorkirin. Tirsa ji rêbaz û navê Simko wisa mezin bû ku bi awayekî veşartî laşê wî wenda kirin û heta roja îro jî kes nizane li ku dera Urmiyeyê hate veşartin. Salên pişt re hemû hewldanên ragihandin û siyasetmedarên serdema Pehlewî-Xumêynî li Îranê ew bûye ku ked û xebata babê nasyonalîzma kurd li rojhilatê Kurdistanê ji çavê dîrokê veşêrin. Wan nedixwest kes bizanîbe ku di dema desthilatdariya Simkoyê Şikak da yekemîn rojnameya kurdî hatibû weşandin, yekemîn xwendingeh bi awayê modern hatibû vekirin û hemû êl-eşîretên kurdan ji bo daxwazên netewî bibûne yek û bi hêza federasyona eşîretên kurd nîva axa rojhilatê Kurdistanê ji destê dewleta Îranê rizgar kiribû. Antîpropaganda li dijî nav û destkeftên Simko wisa zêde û berfireh bûn ku heta roja îro jî berdewam in. Di vê stratejiya xwe de wan hinek kurdên dîrokzan û şoreşger jî neçar kirin ku li ser kesayetî û serhildana wî nenivîsin û bêdeng bimînin. Hinek kes jî bi pere û bertîlan razî kirin ku li dijî rêberên xwe yên şehîd binivîsin. Lê dîrokê ew ked û xebatên wî ji bîr nekirine.
59 sal derbas bûn û vê carê me dîsa dîmenekî weke terora sala 1930‘an li payexta welatekî Ewropayê dît. Vê carê Dr. Qasimlo bû ku tevî çend hevalên xwe di xwîna sor de werbibûn. Ew aşiqê doza Simko û Pêşewa Qazî bû, lê nedihate payîn ku bi qedera wan dawî bi jiyana wî jî bê.
Banga Dr. Qasimlo
Sal 1979, di mîtînga sedhezar kesî a bajarê Mehabadê de bi dengekî bilind wiha qêriyabû: Gelê kurd hem xwedî wê hêzê ye ku bikarîbe xwe rizgar bike û hem ji faktorên derveyî weke faktoreke bibandor sûdê bistîne, lê faktora sereke ew e ku jê re dibêjin diyarker, hêza wan bixwe ye. Di xebata xwe de ji bo rizgariya xwe nabe ku em hêza xwe deynin aliyê din û baweriya me ew be ku baştirîn dost yê me rizgar bike, nexêr em bixwe divê xwe rizgar bikin û em bixwe jî pirsgirêkên xwe çareser bikin…“
Kesekî akademîsyen, aborîzan, fîlosof û siyasetmedar bû. Baweriyê wî bi wê hêz hebû ku li derdorê hebû. Di vê derbarê de wiha digot: “Em keyfxweş in ku piştî çend salan xebata gelê kurd ev fikira ku qedera gelê kurd li Waşington, London, Parîs û Moskov tê diyarkirin, gelek keyfxweş in ku êdî ew hest bi temamî tune bûye û gelê Kurdistanê gelek baş dizane ku ew ê bixwe qedera xwe diyar bikin û ew rêya diyarkirina qederê jî li Kurdistanê tê dayîn….“
Ew pirî caran li dijî siyaseta teror û xapandikariya rayedarên dewleta Îranê axivîbû, nivîsîbû û bi xembarî behsa awayê şehadeta Simkoyê Şikak di halê hevdîtinên çareseriyê de dikir.
Roj 21.07. 1930 bû ku li Şino Simko hate terorkirin. Çend meh piştre di zivistana sala 1930‘an de Ebdulrehman hate dinê. Dema xwe nasîbû şîreta babê wî yê zana Mihemed axayê Wisuq tim dianî bîra xwe: “Kurê min ji bîr neke tu wê salê hatiye dinê ku dewleta Ecema a ku dijminên me bûn bi awayekî namerdane rêberê şoreşa Kurdistanê ya hingî yanî Simkoyê Şikak bi bêbextî şehîd kirin. Tu vê meselê qet ji bîr neke…“
Mihemed Axa ji dema ku ligel Qazî Mihemed serdana Sovyetê kiribû, zêde keyfa wî ji rûsan re nedihat û hîç baweriyek bi rayedarên ecem û dewleta wan nebû. Her dem wiha digot: ”Eger te ecemek dît ku ber bi teve tê, yan li ber bireve yan wî bikuje, eger zimanê wî bigihîje we, dê we bixapîne û bikuje!”
Qasimlo û aşîtxwazî
Di hemû jiyana siyasî ya Dr. Qasimlo de aştîxwazî bingeha herî serekî ya ramanên Dr. Qasimlo bû. Wî di pirtûka xwe (Kurdistan û Kurd) de ku li sala 1964’an hat weşandin riya çareserkirina pirsgirêka kurd ne şerê çekdarî belkî aştî û diyaloga di navbera her du aliyên kurd û dagirkerên Kurdistanê de dibîne. Ew di vê pirtûka xwe de ji bo çareserkirina bingehîn a daxwazên hemû gelên Rojhilata Navîn ku bikarîbin di atmosferekî tije rihetî û aştiyane de bijîn konfidrasiyona Rojhilata Navîn pêşniyar dike ku Federasyona Kurdistanê endamek wê konfederasyona mezin be. Qasimlo wê pêşniyara xwe di serdemekê de dide diyarkirin ku li Ewropa jî hizira pêkhatina Yekitiya Ewropa dihat bihêzkirin û dewletên wek Îtalya, Fransa, Almanya û Ingilistanê mîna pêşrew û pêkhênerên EU dinexişandin.
Şehîd Dr. Qasimlo di wê baweriyê de bû ku ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kêmî azadkirina du perçeyên axa Kurdistanê pêwîstiyeke dîrokî ye. Lewra ew pêşniyar dike ku kurdên her perçeyek Kurdistanê pirsgirêkên xwe berê bi dewleta navendî re çareser bikin û bi vî awayî di welatê xwe de hevkariya cêgirkirina sîstemên demokratîk di hemû Rojhilata Navîn de bikin. Li ser van bîr û ramanan Dr. Qasimlo dibêje: „Em dikarin bi du şêweyan serbestiya xwe biparêzin: ya yekê pêwîstiya me bi çek (silah) heye ku dema wê kurte û hewceyî bi qûrbanî û fedakariyên gelek zêde heye. Ya duyê demokrasî û aştî ku dem û temenê wan dirêj û bi domtire”.
Li pey şehîdbûna wî, di roja îro de em girîngiya demokrasiyê û bi taybetî jî di serdema globalîzasyonê de baştir dibînîn.
Dr. Qasimlo mîna yekemîn serokê kurd ji bo navnetewî kirina pirsgirêka kurd gav avêtin. Wî her tim digot: ”Pirsgirêka kurdan ne tenê pirsgirêka nava çend welatan e, lêbelê pirsgirêkek navnetewî û cîhanî ye.”
Di 03. 08. 1988’an de bi nameyekê ku Dr. Qasimlo ji bo Xavyêr Pirêz Dekoyar sekreterê giştiyê UN nivîsiye, piştî bi dawîbûna şerê Îran û Iraqê, Qasimlo daxwaza riyekê ji bo çareserkirina pirsgirêka 40 milyon mirovên kurd li sekreterê giştiyê Neteweyên Yekbûyî dike û dibêje: „Heya dema ku pirsgirêka 40 milyon insanên kurd neyê çareserkirin, Rojhilata Navîn aştiya rastîn di nava sinorên xwe de nabîne.”
Qasimlo di wê baweriyê de bû ku kurd li derveyî welat, li Ewropa, Amerîka an jî Awustraliya divê ji bo diyarîkirina mafê qedera xwe bi hev re xebat û lebatê bikin. Ew ji gelê kurd dawa dike ku ji bo gehiştina vê armancê nekevin bin bandora şerê di navbera partî û duberekiyên hêzên kurd di Kurdistanê de.
Mirovheziya Dr. Qasimlo
Baweriya wî bi diyalog û aştiyê hebû. Kesekî xweşbîn an jî reşbîn nebû, belku realîst bû. Ji bo şehîd Dr. Qasimlo ku mirovekî dinyadîtî bû mirov û nirxên mirovatiyê ji hemû tiştekî bilindtir û bi nirxtir bûn. Di nava xebat û têkoşana xwe ya li dijî rejîma paşverû ya komara îslamî de ewî nedixwest ku ji bo serkeftineke biçûk a çekdarî ti carî pêşmergên parta Demokrata Kurdistana Iranê qûrbanî bike. Ji bona wê jî wî di hevdîtinên xwe yên bi pêşmergeyan re gelek caran ji wan re wiha digot: „Ger hûn bizanîbin ku di şerekî de yê 100 kes ji hêzên dujmin bên kuştin lê êhtimala şehîdbûna yek kesî ji hêzên we heye, tu carî vî şerî nekin.”. Ji bilî wê Dr. Qasimlo di şer de çi serkeftin bi destbixistana û çi rastî şikestê bihata, li dijî şikence û kuştina hêsîr û dîlên şer bû. Gelek caran hinek pêşmergeyan di dema şer de hêsîrên şer dikuştin, ger Dr. Qasimlo bi vî karê wan bizanîba, ew pêşmerge dihat zindanî kirin an jî ji nava partiyê dihat derxistin. Yanî endamtiya partiyê jê dihat standin. Ew ji ber mirovheziya xwe li dijî îşkence û reşkujiyê bû. Ji bona wê jî nedixwest ji bo bi destxistina armancên xwe gel bê fîda kirin. Meşa wî ya siyasî tenê li ser riya paqij ya mirov û mirovperweriyê bû. Ew her tim li dijî karên terorîstî, dîktatorî û revandina firoke û mirovên sivîl bû, her çend wî baş dizanî karên bi vî awayî dikarin dengekî mezin di nava raya giştî, weşan û û medya cîhanî de ji bo doza netewa kurd çêbikin. Dr. Qasimlo di hevpeyvînek rojnamevanî de dibêje: ”Kurd ji ber ku karê terorê nakin, mirovên sivîl nagirin û firokan narevînin nakevin nava medya cîhanî û behs li ser doza kurd nayê kirin.”
Pirtûka Dr. Qasimlo
Berhemê herî naskirî û girîng yê şehîdê nemir Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navêKurdistan û Kurd e ku bi şêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev kitab yek ji çavkanî yên zanistî û baş e ji bo nasandina dîrok, rewşa aborî û xebata siyasî a kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.
Kurdistan û Kurd heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê (ingilîzî, erebî, farisî, tirkî…) hatiye wergerandin.
Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek piralî hemû aliyên pirsgirêka kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de şirove kirine. Ew yekemîn pirtûk bû ku bi awayekî zanistî-lêkolînî li ser pirsgirêka kurd li Ewropa çap bibû.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Kakşar Oremar