RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Em îro dehemîn salvegera çalekiya mirina rojîya 14’ê Tîrmehê dijîn. Û hinek ji me jî di zîndana wê demê de hatine vir. Ka şexsiyeta xwe binêrin; em çiqas di zanistiya wê bîranînê de ne? Şexsiyetên we ji bo baş bîrbînin û jê re bibin bersiv çiqas amede ne? Ma li gorî we hesane bîranîna wan, ji wan re bûna bersiv?
Me ev heval nasdikirin; me Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf baş nasdikir. Mîsogere ku dixwastin bibin hevalên baş. Ev biryar jî diyardeya vê ya herî baş e. Lewre tevî vê jî hevalê Xeyrî di gotinê xwe ya dawiyê de dibêje “em deyndar diçin.” Nebawerin ku tişteke girîng kirine. Dîsa Kemal jî heman nêzîkatiyê dijî. Dibêje; “wê ev şerê gel bigihije serkeftinê” lê hêrsa wî ya li hemberê kêmahiya kedê mijara gotinê ye.
Wan berdêla vê bi feda kirina canê xwe ve dan û dîsa dema xwe qerdar îlan dikin, pêwîstiya derbazkirina vê wisa qenit dikin. Dibêjin; “em wisa çûn lê tişta divê bê temamkirin pêwîste were temam kirin.” Ger kêmahî neyê derbaz kirin ev pêşveçûyîn dê bibe xwe kuştin. Ji vê re bersiv dayîn ji yên mayîn re dimîne, dibe bûyera namûsa yên mayîn.
Şehîdên me, bi berxwedayînên xwe ve em kirin bin barekî wisa giran. Ev di astekî de ji me re hêrs e. Wan bi çalekiyên xwe ve gotine ger gelek, rêxistinek û mirovahî em di nava mercên wisa bi zehmet de lewaz hiştine wê demê em jî dê bi protestokirinê ve bibin bersiv. Peyameke din an aliyê din ê ji bo yên mayîne tê dayîn jî ev e.
Encama ku ji vê peyamê, ji vê bîranînê derdikeve temamkirina tiştên hiştine ye. Gelo ma em dê çi temam bikin? Ev tê vê wateyê ku vê jiyana dibin mercên zehmet de bînin rewşa jiyankirinê, li dijî zextên faşîst bisekinin, kêm bikin, ji holê rakin. Tê vê wateyê ku bêzanistiya heye ji holê rakin, partî lewaz e bi hêz bikin. Meşa faşîzmê ya yek alî û bê tirs bidin sekinandin. Encamên herî gîrîng ê mirov ji vê çalekiyê derbixîne ev e.
Weke me di destpêkê de jî diyarkir, ger yên divê neyên jibîrkirin bên jibîr kirin ev ketîbûneke herî mezin e. Lê ger neyên jibîrkirin wê demê erka herî bingehîn, erka kêliya nejibîrkirinan jiyane anîna cîh, lewazîya herî mezin ji holê rakirine. Me hîn di wê demê de ev fêmkir. Bi girîve, bi hizirandinê ve ev nirx nayên bîranîn. Ew qûrbanên lewaziyên kûr in. Wê demê, ev rêxistin dê bihêz bibe, dê şer pêşbikeve û dê gel bê nava vê şoreş ê. Fermana ku me girtibû ev bû. Û tiştên di nava deh salan de hatine kirin diyar in. Dikare behsa gelek pêşketinên gîrîng werin kirin. Bi qasî ji bo tevgerê, ji bo dîroka gel jî ev wisa ye. Ger pêvajoyeke wisa nehatiba jiyîn dê îro ev tevger wisa neba. Lê ger îro tê gotin dîrokeke wisa heye, ger tê gotin tevgereke bi berpirsyar ji vê re bersiv daye, wê demê divê em vê hîn baştir fêm bikin.
Bê dîrokî, dîrok çawa hate çêkirin? Bê nasnameyî, nasname çawa hate çêkirin? Mercên vê serdemê çi bûn? Bi tevahî aliyên xwe ve rastiya vê çi bû?
Di wan mercan de dihat xwestin ku tunekirina netew bê mîsoger kirin. Dibêje yek-du kes liber xwe didin û van mercan diyar dikin, ez nikarim vê bipejirînim. Yê din jî dibêje, ez dê bi kuştinê ve ji wî re ango ji berxwedanan re bidim pejirandin. Celadê wir heye. Esat Oktay Yıldıran bû. Ew, celadê nîzamekî ye. Divê em vê baş fêmbikin. Esat ji rista sûbayekî wêdatir celad bû. Divê em wî jî di nava rastiya dîrokî, netewî û çînatî de bibînin. Lê mixabin tenê taybetmendiyên kesayî tên navkirin, ew jî kêm dimîne. Di şexsê wî de damezirandina nîzamê gelek girîng e.
Ger tê gotin “di wî cîhî de ji bilî berxwedanê, canê xwe danîna holê wêdatir tu çareserî nemaye” wê demê heyîna rewşeke bi talûke tê nîşandin. Ger rêberên berxwedanê di cihekî de berxwedana mirinî hilbijartibin wê demê divê mirov di wir de baş bihizire. Xaleke pêşveçûyînê ye, lê diçin mirinê. Yên divê bi navê gel rêbertiyê bikin şehît dikevin. Yên paş dimînin jî ger pêwîst bibe dê li ser pira cenazeyên wan derbaz bibin û gavên pêş biavêjin. Cenazeyên wan ji tunekirina mezin, ji taritiya mezin re bû pira ronahikirin û rizgariyê, canên wan ê ziha bûne ronahiya azadiyê… Û di heman demê de em dibin ev cenaze, ev cinaze jî dibin em.
Yek dê wisa biçe, yên din dê bigirîn, li xwe bixin. Lê ger li xwe xistin û bi girînê ve yên çûne bên ji bîrkirin ketîbûn e. Ango tişteke pir nebaş e. Ger mirov bikeve rewşeke wisa weke me gotiye dê xafilê dîrokê, xayînê dîrokî derbikeve holê. Hûn dixwazin bi hezaran gotinên rengûrenk ve serê vê bigrin û biçin, ev ne bîranîneke rast e. Em baş dizanin dema ew wisa çûn henaseyê me jî hat bisînor kirin. Tenê yek şansê me heye ew jî di mercên azad de derfetên me yên şerkirinê hene. Wan wisa şer kir, em jî dê cûdatir şerbikin. Di şûn de nirxandina vê dima.
Di nava deh salan de çi hate kirin?
Ez naxwazim tevahî dîroka vê deynim holê. Bêguman dema em li pey xwe dinêrin em dibînin ku me di nava van deh salan de pêşveçûyîna sed salan bervejêr kir, zivirand û pêşketina xiyanet û xeflet berovajî kir. Dikare wisa were nirxandin. Biryara vê berxwedanê, tê wateya sererastkirina dîrokê. Biryar weke tê zanîn ne pêkanîn bixwe ye. Di vê wateyê de ev deh sal pêkanînek e.
Beriya vê deh salan me dîsa di vê qadê de li ser çareseriya pêkanîna vê biryarê hizirîbûn. Me konferansek rêkûpêk kiribû, êdî kongreyek hatibû rêkûpêk kirin. Me hewl dida em çend gavan bavêjin nava welat. Di rastiyê de me dixwast em di nava dîwarên ji dîwarên zîndanê hişktir derbaz bibin û biçin welat. Ji bo çekekê, ji bo şerekî dilê komekî hewlên dihatin dayîn gelek mezinbûn û gelek balkêşbûn. Me gelek baş dizanî ku ger em vê sernexin çi gotineke ku bê gotin nebû an vale bû. Me dê welatê xwe ji bo faşîzmê hiştiba. Tevahî gel neçarî penabertiyê dibû.
Bîranînên mezin hene; pêwîst dibînin bersivekî bigrin. Ji bo yên bersiv bidin bangawazî hene. Gelê me heya mejiyê hestûyên xwe tirs dijî. Li gorî gotinê bi navê wan yên ketine rê hene lê ji derveyî revê tu tişt nahizire. Tu dê wê lewaziya mezin derbaz bikî û tu yê bersiv bidî bîranînan! Vayê ji bîlî çalekiyê di vir de biçekî jî hêza çalekiyê girîngiyê radike. Di van salên dawiyê de çeka ku min herî zêde serî lê da xîtap bû û piştî wê em neçar man bi tehlîlan ve kar bimeşînin. Çeka vê serdemê tenê dikare wisa were bikaranîn. Niha jî ez bi fermanan, bi perspektîfan ve kar dimeşînim. Ev, pêşketinên van demên dawiyê ye. Berya vê me di deh çeman de av tîna wisa îqna dikir.
Em encaman dizanin. Hindek plansazî pêşketin, ji welat re hinek gav hatin avêtin, fîşeka yekemîn hate teqandin, lê pir esan ketin. Lê mixabin wêrektiya wan a ketinê jî mirov nikare biçûk bibîne. Çend sal wisa hat rizgar kirin. Ji bo bîranîna 1982’yan kongreyek hate rêkûpêk kirin. Ev biryar biryareke zivirandinê bû. Sala 1983’ê sala lez kirina zivirandinê bû û çalekî dana destpêkirinê bû. Di sala 1984, bû sala ketina nava pêvajoyeke -ku bi pêngava 15 Tebaxê ve tê binav kirin- nû. Sala 1985, bû sala bin nexistina encamên pêngava 15 Tebaxê, sala 1986 jî bû saleke pêşxistina biryarên –di kongrê de- hatine girtin. Sala 1987 bû sala domandina berxwedanê û bihêzkirina têkoşîna çekdarî. Sala 1988 bû saleke li dijî tevahî astengiyên ku him xwe di hindir him jî xwe di derve de ferz dikin têkoşîna çekdarî pêşdebirin, bi propagandaya çekdarî ve xwe gihandina gerîla. Sala 1990 bû sala rewşeke biçekî dişibe gerîla dayîna jiyîn. Êdî gel rakirina ser lingan û ew anîna rewşa bin neketinê girîng bû. Û me ev pêkanî. Sala 1991 bû saleke ku di wateyekê de çêkirina gerîlatiya ku binesaziya gel jî xwe di tê de îfade dike.
Kemal Pîr yek ji hevalên mezin bûn. Wek wî kesayeteke bi hişyar dîtin pir zor e. Çiqas bê bilind kirin û dengvedana wî ji jiyanê re bê kirin jî pir kêm e. Ez bawer nakim hatibe fêm kirin û hatibe jiyanî kirin. Kemal wek murîdeke ji min re nêzîk nedibû, lewre bi hûrmet û têgîneke mezin ve girêdayî bû. Xeta min a bîrdozî, şêweyê min ê meşandina rêxistinê pir bawer dikir û bi hûrmet nêzîk dibû. Asta wî bilind bû. Vîna wî pir bi hêz bû. Di hûndor û derve de vê xeta berxwdaniyê meşandin û mîrasa Kemal Pîr re xwedî derketin, pir pêwîst e.
Dema hevalên Kemal û Xeyrî biryara berxwedaniyê da, careke din mezinbûna partiyê derxistin holê. Çi radestî, çi ketîbûn, heta dawî berxwedan e, ruh û biryara 14’ê Tîrmeh ê. Bi vê ve di dîroka tevgera me de pêngavên mezin derketin holê. Yên ku dixwazin ji vê bîranînê re bi dirûst nêzî bibin û xwe bigîhînin vê rastiyê, dikarin ji vê çalekiya pîroz encam derbixin. Ji derveyê vê girêdana şehîdan nabe. Heta ez dikarim bibêjim ku, dûrbûna we ji vê rastiyê heye. Berî her tiştî dema em vê demê bidin seknandin, li hem ber pirsa Partî çî ye? Em neçarin ku xwe li ber çav derbas bikin. Niha asta ku hûn jê dûrketine û hûn dixwazin pê bilîzin, rastiya partiyê ye.
Di zîndanê de dema radestî mezin bû, şahîn û kesên din xwestin di vir de ketineke pêkbînin. Digotin; “divê bi navê PKK’ê tu kes nemîn e.” Heta digotin; “bila hemû heval li dijî derbikevin.” Bi vê ve digotin; “divê PKK welat, gel û têkoşînê înkar bike.” Li dijî vê heval gotin; “emê canê xwe bidin û ji bo têkoşînê em dikarin her tiştên xwe feda bikin.” Ev jî biryara 14’ê Tîrmehê bû. Ev biryar ji bo navê partiyê, navê gel û Kurdistanê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe hate dayîn. Ev biryara partiyê, li dijî xiyanetê bû, li dijî zilma mezin bû û li dijî jiyana ketî bû. Di wê pêvajoyê de ev hevalên leheng gotin “Roj roja berxwedaniyê ye.” Bi vê helwestê ve pêşî hemû lewaziyan girtin.
Kemal Pîr birastî jî hevaleke ku dikaribû bibe milên rast bû. Ez her dem dibêjim; xwezî ew heba, tevahî xebatên kiryarî yê têkoşeriyê me ji wê hevalî re bihêştana. Yek ji hevalên ku windahiya xwe da diyar kirin bû. Ewqas hevaleke bedew û jîr bû, dema hênasa xwe ya dawî dide di xalên herî xeternak de, di derbarê Kesîre û Can Yüce de hişyarî dike û wasiyeta xwe bi lêv dike. Tevlîbûna Kemal Pîr, tenê nîv demjimêr min guhdar dike û wiha tevlîdibe. Wê demê di destê min de belgeyên ku derketî nîn bû. Tenê min çend gotinên giştî anî ziman. Wiha beşdar bû û heta dawî têkoşîna xwe domand. Yanê yê girîng ne serwerî û zanebûne, yê girîng, cîdîbûn û dildarî ye. Yê girîng ne berî wê nasîn an jî ne nasîn e. Tenê min nîv demjimêr dît, ewqas. Şêweyê PKK ev e, şêweyê Serokatî û rêvebiriyê jî ev e. Yê ku bi dil ve bi me re girêdayi hemû helwesteke diyar kirin, helwesta Hakî jî ev bû. Berde kemahî hebe, ji hev dû re bi dil ve girêdayîbûn. Jixwe piştî berxwedaniya Mazlum, berxwedaniya Kemal û Hayrî jî ji bo sekinandina vê lanetê bû. Kemal ji xwe bi lêv dike. Dîsa şehît Ferhat hey e. Dibêjin ji bo sekinandina vê lanetê “ji derveyê xwe şewitandinê tu rêka derketinê nîn e.” Ên din jî dibêjin “ji derveyê rojiya mirinê rêka derketinê nîn e.” Zindan di wê pêvajoyê de vê rewşê jiyan dike.
Di vê mijarê de pêwîst e em şehîdên xwe bibîrbînin. Kemal, Hayrî, Akîf, Alî hemû pir bi xiroş bûn, pir bi kêyfxweş bûn, ji jiyan û şer re bi awayeke rûmetî nêzîk dibûn. Ez jî vê didomîn im.
Ez çalekiya Kemal, Hayrî, Akîf, Alî weke çalekiyeke întîxarî nanirxîn im. Wek ew jî bilêvdikin, “ger derfeteke jiyanê herî biçûk di destê me de heba, me heta dawî vê hîm bigirtan a.” Ev nirxandin pîvanên pêwîst ên jiyanê dest nîşan dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo rûmeta mirovahî yek tiştên ku bihata kirin hebû. Jixwe wan vê çalekiya berxwedaniyê derxistin holê. Ezê careke din mînaka Kemal bidim. Heval zêde fêrî Kemal nebûne û ji Kemal pir tişt negirtin e. Pêwîst e li ser helwesta Kemal bê sekinandin û bi kûrahî bê fêm kirin. Sekna Kemal Pîr pir girîng bû. Kemal Pîr piştî çalekiya Ferhatan dibêje “pêwîst bû ku me pêşengiya vê çalekiyê pêkbianiya”. Di destpêk de çalekiya Ferhatan a Kemal Pîr bû. Pêşengê vê Kemal bû. Berî wê şahadeta Mazlûman hey e. Kemal helwesteke mînak raber kir.
Ev berxwedanî çi bû? Dema ku îxanet belavî zindanê bû, Şahîn xwest hê bêtir ketina mezin pêkbîn e. Digot; “divê bi navê PKK tukes nemîne û her kes pêwîst e dijî PKK’ê derbikev e.” Bi vê ve “PKK jî bila welat û gel inkar bike.” Dijî vê helwestê, heval gotin; “emê canê xwe feda bikin û biryara me ya jiyanê ev e.” Biryara 14’ê Tirmahê ji bo navê gel, navê partiyê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ra nebe, hate dayîn. Ev biryara partiyê bû. Ev biryar dijî xiyanet, ketîbûn û dijî êrîşan bû. Min her dem ji şehîdan re soz da. Min ji Hakî re soz da, Partî hat îlan kirin. Me ji Mazlum, Xeyrî û Kemal re soz da, vegera mezin a welat hate pêkanîn. Me Mehmet Karasûngûr re soz da, şoreşa Başûr pêk hat. Tu kes bawer nedikir, lê me pêk anî. Me ji Agît re soz da, di Kurdistanê de gerîlla belavî her derê bû. Me ji Zîlan re soz da, têkoşîna azadiya jinê bilind bû. Ew hemû şehîdên mezin bûn. Xwe bi tevahî kirin berxwedaniyeke mezin û heta dawî bûn şopvanên xeta serkeftin ê.
Xemgîniya Xeyrî; xemgîniya tiştên nehatine kirin û erkên nehatine bicîhanîn in. Me nedikarî di wan mercan de li ser wan de biçin, jiber mercên zîndanan diyar in. Lê ma gelo hûn dê ji bo rewşên yên mayîne çi bibêjin, hûn dê çi ji xwe re bêjin? Me ev xal pir diyar kir, me gelek rexne li we kir. Ka bêjin çend kes hene ku di mercên azad de, tevî tevahî çekên berxwedanê di dest de bû, bêqer mirine? Hûn dê hesabê vê bidin. Ev hesap ji me re hesabê bi dijmin re zêdetir neçare.
Bûna PKK, bi şêwazê PKK ve şer kirin ewqas ne hesane û em nikarin vê rûmetê bidin we tevahiyan. Ger bersiveke we ya rast a ku hûn di cîh de bidin bîranînên şehîdên mezin hebe, ew jî qerdar nemirin e. Xeyrî digot; “ez qerdar diçim.” Ez mirina wî ya biqerdar bi feresateke mezin ve pêşwazî dikim û fêm jî dikim. Lewre ji derveyî vê min da diyarkirin yê çi kesekî din ez efû nakim. Ez zêde di xwe de hêz nabînim ku yên bi kêmasiyan û şaşitiyan ve diçin fêmbikim. Wê demê, encama herî girîng zanistiya zû nemirinê ye. Hûn nikarin ji derveyî rêxistinkirina jiyana li ser vê bingehê wêdatir çi encaman derbixînin.
Hûn min dibînin; ji bo ez bi van bîranînan re girêdayî bimînim ez qirka xwe di qetînim, dengê min pir zehmet derdikeve. Min bi guftigoyekê ve ev anî heya vê derê. Ma gelo çi ji we tê? Min ji we tevahiyan re derfetên biçekbûnê û bi rêbaza têkoşînê ve şer kirinê da. Hûn xwe nagirin/tenezûl nakin bi van derfetan ve têbikoşin jî. Wê demê em lêpirsînê rast bikin.
Ji bîranîna berxwedanvanên 14’e Tîrmehê re xwe paqijkirinê ve bûna bersiv, di heman demê de tê wateya ji dîrokeke kor re jî bersiv dayîn e.
Bersiva ku em bidin şehîdên berxwedana Tirkiyê yên em nirxeke bê hempa didin wan; -em bi qasî derketina xwe bi şehîdên xwe ve didin girêdan, ew qes jî bi şehîdên Tirkiyê ve jî didin girêdan- PKK anîna rewşa pêşengê şerekî wisa ye. Lewra weke em bi bîranînên wan û soza wan ve girêdayî mane, me derbazdarî jî daye bîranînên wan.
Em li ser vê bingehê dibêjin; “bîranîna tevahî şehîdên berxwedanan ên Kurdistan û Tirkiyê nemirin! Dîsa biryara berxwedana 14’e Tîrmehê bingeha serkeftina me ye!”
Soza ku me li ser vê bingehê daye pêşxistin û pêkanîna şoreşgertiya êdî serkeftinê bingeh digire, ji bilî wê ji xwe re çi şanseke din nagere û rê nade şanseke din e, dîsa dê gelê me jî bi nêzîkbûneke baş pêşengtiya pêvajoyê bixwaze û şoreşgertiya bê pejirandin dê derbixîne holê. Em bawerin em dê ji vê şûn de li ser vê bingehê serdemeke nû bigrin û bijîn.
Li ser vê bingehê, bîranîna tevahî şehîdên berxwedanvan, biryara berxwedana 14’e Tîrmehê dê bigihije serkeftin ê!
Dê şêwazê xebata serkeftinê ji tevahî xebatên me re rê bide nîşan, rêkûpêkbûnekê bide xebatên me û em dê bi teqez serbikevin!”