NAVENDA NÛÇEYAN – Hat diyarkirin ku dê artêşa dagirker a tirk (TSK) bi piştgiriya îstîxbarata Iraqê û PDK’ê operasyona ji Bradost û Xakûrkê heta sînorê Barzan berfireh bike.
Operasyona “Pençe” ya ku Hêzên çekdar ên dagirker yên Tirk (TSK) di 27’ê gulanê de li dijî qada Bradostê ya Herêma Başûrê Kurdistanê da destpêkirin bi bombebarana hewayî û bejahiyê didome. Wezareta Parastinê ya Netewî (MSB) daxuyanî da û bêyî ku navê herêmê bide bi navê “Operasyona 2 Pençe” hatiye berfirehkirin û diyar kir ku di çarçoveya operasyonê de tugaya komandoyan ketiye tevgerê.
Di daxuyaniya MBS’ê de hat gotin dê operason bi desteka îstîxbarata hêzên herêmî û leşkeriyê di operasyoneke berfireh de peyman pêk hatiye. Tê gotin ku dê bi desteka îstîxbarata Iraqê û PDK’ê operasyona ji Bradost û Xakûrkê heta sînorê Zaxo-Barzanê berfireh bike. Her wiha tê gotin ku ev peyman di hevdîtinên rayedarên Iraq, PDK û Tirkiyeyê yên çend rojên dawî de pêk hatiye. Tê gotin ku TSK, IRAQ, PDK û YNK dest dane destên hev û operasyonê pêk bînin.