NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Elmanyayê Euskirchenê “Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst” bi diruşmeya “Faşîzmê Hilweşîne Xwezayê Biparêze” pêk hat.
Festîval bi tevlîbûna rêxistinên wek Tevgera Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwanên Azad, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK), Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK), Linksjugend Solid, Antîfa Euskirchen, Bonner Jugendbewegung, feministische Gruppen, Die Linke Linksfraktion Euskirchen, BASK, Partîzan ve pêk hat. Di festîvala ku hezaran ciwan beşdarbûnê de Serhado, Xecê, Mîkaîl Aslan, Koma Siyabend, Lardy’s, Huseyîn Bozbayir, S. Castro û Koma Govendê derketin ser dikê.
Yek ji beşdarvanê Festîvala Ciwan a Enternasyonalîst Vedat E. di derbarê festîvalê de axivî û got: “Armanca vê festîvalê hevgirtina gelan e û li hemberî faşîzmê jî têkoşîna hevpar e. Ji ber ku faşîzm dijminê hemû gelan e. Tê zanîn ciwan, pêşengên gel e. Faşîzm, tenê bi têkoşîn û birêxistinbûna ciwanan ve têk biçe. Armanca vê festîvalê jî li hemberî faşîzmê ciwan di sîwanekê de komkirin e. Ev hêza me heye û em dikarin faşîzmê têk bibin. Weke Serokatî jî dibêje “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî jî serbikevin.” Çawa ku faşîzm pirsgirêkek hevpar a gel e, ekolojî jî wisa pirsgirêkek hevpar e. Rizgariya gel bi tenê hilweşandina faşîzmê û parastina ekolojiyê ve pêkan e. Ji ber vî yekî diruşmeya festîvalê “Faşîzmê Hilweşîne û Xwezayê Biparêze“ ye. Ez dixwazim ser pêvajoyê jî wê bêjim; Niha gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê heye. Ji ber wê divê ciwanên Kurd, di her qadê de xwe birêxistin bike û li hemberî van êrîşên Dewleta Tirk a dagirker a hovane raweste û têbikoşe.”
Beşdarvan Nazdar Ecevît jî di derbarê festîvalê de axivî û got; “Divê ciwan li hemberî faşîzmê eniyeke hevpar li dar bixin. Pergal, ji birêxistinbûna ciwanan ditirse. Jixwe ciwan, di xwezayê xwe de li dijî pergalê ne. Ji ber wê jî pergal her û her li ser ciwanan êrîş dibe û dixwaze mêjî û giyanên wan dagir bike. Pêkanîna vê ji bo wan wek pirsgirêka hebûn û nebûnê ye. Em jî dixwazin wek van festîvalan û çalakiyan ciwan bên cemhev û têkiliyek çêbe û ji pirsgirêkên ciwanan û civakê re bi riya nîqaşan çareseriyê bibînin. Riya rizgariyê ji berxwedan û têkoşînê derbas dibe. Divê ciwan bi vê hişmendiyê xwe birêxistin bikin. Pergal, dijminê ciwanên Kurd, Alman, Ereb, Fransî, Tirk û teva ciwanên cîhanê ye. Xweza jî xwezayê me ye. Parastina xweza, wek peywirekê ye. Azadiya civak û pêşeroja cîhanê, wek diruşmeya festîvalê bi hilweşandina faşîzmê û parastina xwezayê ve pêkan e. Ez bi hêvî me ku ciwanên Kurd di serî de, ciwanên teva cîhanê li hemberî faşîzmê bibin yek û serkeftinê wê bi dest bixin.”
Festîval, bi xelatdayîna tîmên futbolê re qediya.