NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona ‘Pençe’ ku artêşa dagirker a tirk (TSK) daye destpê kirin bi bombardman û daxistinan didome. Li kêleka wê Serok û Serokwezîrê Irakê û Serokê hikûmeta herêma Başûr bi hevditînên xwe yê bi Tirkiye re û herî dawî pêkhateyek bi navê “Hêzên Ewlehiya Irakê” bi çûyîna xwe ya Tirkiye re lihevkirinek li ser operasyonek leşkerî ya fireh çêbû. Hêzên herêmê jî wê piştgiriya leşkerî û îstîkbaratî bide hêzên dagirker ji bo operasyon li qadên Başûrê Kurdistanê ji Bradost-Xakurkê heta Zaxo berbi sinorê Barzanê pêk were.
Dewleta dagirker a tirk di 27’ê Gulanê dest bi operasyona ‘Pençe’ kir û pêşveçûna bi dest nexist, niha jî serî li riyên cuda dide. Gerîlla bi berxwedanek mezin êrîşên dagirker şikandin û wendahiyên mezin ji milê artêşa dagirker TSK’ê çêbû. Ji ber vê jî MSB (Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiye) daxuyanî hat ku wê operasyona dagirkeriyê bi navê ‘Pençe 2’ jinûve destpê bike. Ev operasyon wê herêmek fireh ya Başûrê Kurdistanê bigre nav xwe. Tê gotin ku wê operasyona dagirkieryê ji Bradost-Xakurkê heta Zaxo berbi sinorê Barzanê bê meşandin.
PAŞPEREYA OPERASYONA ‘PENÇE 2’
Di rojên dawî piştî berpirsyarên Wezareta Karên Derve, Wezareta Parastinê, Wezareta Saziya Îstîkbaratê ya Irakê bi Wezareta Karên Devre ya Tirkiye re hevditîn pêk anîn derket holê wê opersayonek din destpê bike. Ev operasyon jî bi navê ‘Pençe 2’ wê ji Bradost-Xakurkê heta Zaxo berbi sinorê Barzanê bê meşandin.
Piştî hevditînan wê li cihên ku operasyon pêk were piştgirî bê dayin, kordîneyên hevbeş bên parvekirin, û qaşo ji bo ewlehî bê sazkiri n lihevkirinek çêbuye. Li gorî agahiyan wê qaşo dibin navê ‘yekitiya li dijî terorê’ agahiyên îstîkbaratî ji milê Irakê bên dayin. Dîsa wê hêzên herêmê beşdarî vê operasyonê bibe û leşkerên dagirker ên tirk ku li herêmê bicih bibe wê hêzên PDK û YNK jî cihê xwe di nav de bigre.
ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ MEZIN DIBIN!
Dema PKK li Bakurê Kurdistanê dest bi rêxistinkirina beşên civakê kir, PDK û YNK li dijî vê derket û hewl dide li Başûrê Kurdistan ev çênebe. Li ser vî esasî wê li herêmên ku giredayî wê ne bi vê operasyonê bi unsûrên û têkiliyên bi dewleta tirk re tevbigre û wê rolek hin aktîf di nava operasyonê de bilîze.
Tê zanin ku wê Irak jî xwe hin xurtir beşdarî vê operasyonê bike û bi vî awayî nerazîbûnê civakê derxist holê. PDK’a ku dewleta tirk wek ‘postala balêsok’ û ‘Şefên Kabileyan’ binav dike, wê bi dewleta tirk a dagirker re têkiliyên xwe ên dîplomatîk, eskerî û siyasî hin xurtir bike.
Piştî hevditînên fermî çiqasî ji milê hêzên dagirker hatibe gotin “me li ser aborî û mijarên siyasî niqaşkirine”, bi daxuyaniya MSB eşkere bû ku wan bi hevidtînên xwe ev operasyona ‘Pençe 2’ plansazî kirine û di encamê de lihevkirine.