BEHDÎNAN – Koma Amara stranek bi navê “Xakurka Cengê” der barê berxwedana Xakurkê amade kir.
Endamên Koma Amara bi bîr xist ku dewleta Tirk dixwaze polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê belav bike û got, “Li dijî vê dagirkeriyê ji aliyekî ve gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, li aliyê din jî gelê me li qadan dibe dengê gerîla û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan dide. Me jî xwest vî şerî û rastiya berxwedanê bi hunera xwe, bi strana xwe nîşan bidin. Der barê berxwedana Xakurkê de me straneke nû amade kir. Em hêvî dikin ku gelê me dema li vê stranê guhdarî kir wê berxwedana destanî hîn bêhtir hîs bike.”