AMED – Konferansa Rêxistinê ya Herêman a HDP’ê li Amedê dest pê kir. Konferans wê du rojan bidome û gelek mijarên rêxistinî wê bên nîqaşkirin. Di destpêka konferansê de Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven axivî.
Guven got, “Em di demeke dîrokî de vê konferansê li dar dixin. Tevahiya gelê Kurd dizane ku 14’ê tîrmehê ji bo gelê Kurd dîrokeke çawa ye. Dîrokeke ji agir e. Di dîroka ji agir de hevalên me li zindana Amedê serî rakirin. Gotin ’em vê sîstema we, vê êşkenceya we û qirêjiya we qebûl nakin. Ya din her roj li ser rêxistina me zext û zor heye. Ji bo ku em van tevahî şermezar bikin, protesto bikin, em dest bi rojiya mirinê dikin’. Ev wek şîmaqakê li rûyê sîstema Kenan Evren û Esat Oktay ket. Wê rojê dîrok hate guhertin, kesî bawer nedikir ku hevalên di zindanê de gelo wê çi bikin. Çekê wan tune bûn, derfetên wan tune bûn, tiştekî wan tune bûn. Lê wan laş û bedena xwe kirin kursî, kirin çek û li hemberî sîstemê serî rakirin. Wê çaxê tiştek derket holê; îradeya gelê Kurd di vê têkoşînê de derket holê. Li çar parçeyan, gelê Kurd bi çanda xwe, bi zimanê xwe nikaribû tevbigerin. Ev helwest ji wê sîstemê re bû bersiveke xurt.
NAVÊ BERXWEDÊRAN HÎN JÎ DI DÎROKA KURDISTANÊ DE DENG VEDIDE
Rast e di vê pêngavê de gelek hevalên hêja û qehreman di vê dozê de şehîd da. Lê em bifikirin, wê demê hezaran însan ketin zindanan. Lê gelo navê kê niha di dîrokê de heye? Yê ku di wê sîstemê de bi êşkenceyê derketin meydanê, navê wan niha nayê xwendin. Lê navê Kemalan, Xeyriyan, Mazlûman û Sarayan hîn jî di dîroka Kurdistanê de deng dide. Em gelek tişt deyndarê wan in. Niha di ser vê berxwedana mezin re 37 sal derbas bûn. Îro dîsa em dibînin ku ev sîstem ji me bedel dixwaze. Diyar e ku dibêjin ‘ew îradeya gelê Kurd ne qayîm e, êdî Kurd nikarin li vîna xwe xwedî derkevin, li nasnameya xwe xwedî derkevin. Kurd ne li ser soza xwe, ne girêdayî doza xwe ne’. Sîstema qirêj wisa difikire.
RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ HÎN ZINDÎ YE
Niha jî heval Zulkuf, heval Ayten, heval Mahsûm û hevalê di vê pêngavê de jiyana xwe ji dest dane, tiştek diyarî me kirin û tiştek anîn bîra me û gotin tiştek nehatiye guhertin. Ew ruhê 14’ê tîrmehê hîn jî zindî ye. Ev ê zanibin ku birêz Ocalan ji me re xeta sor e. Eger hûn gav neavêjin, tecrîdê neşikînin û vê daxwazê qebûl nekin, ligel heval Leyla, hevalên me yên din yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne hûn dengê wan nebihîzin, em ê dîsa zindanan bikin qada berxwedanê. Ji bo wê, wan ev çalakiyên fedaî pêk anîn. Ez wan hevalan dîsa yek bi yek bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Eger Îro derketibim pêş we û bi hezaran hevalên zindana dijîn, ez ji sedî sed dizanim ku bi xêra wan hevalan e. Çalakiya wan hevalan bi rastî dilê sîstemê qetand. Sîstem çû bi zindan zindan geriya û ji hevalan re got ‘nekin’ û ew tirsiyan. Ew zanin ku ev biryara ji aliyê qîz û xortên Kurdan hatiye dayîn, kes nikare li hemberî wan bisekine. Ji bo vê yekê ez tevahî hevalan bi bîr tînim û ez dibêjim soza me ji wan hevalan re ew e ku êdî ne tenê tecrîd, êdî azadiya rêberê gelê Kurd û gelê Kurd xeta sor e. Ji bo wê jî em hewl bidin ku em bigihijin armanca xwe.
‘HDP BI MEHAN E JI BO KARÊN RÊXISTINÎ SEFERBER BÛYE’
Ev civîn jî wê ji bo wê gelek girîng e. Partiya me HDP bi mehan e, bi awayekî seferberî xebatên rêxistinê dimeşîne. Em zanin azadî bêrêxistin nabe û hûn jî hevalên berpirsyar in. Hûn hevalên wekîl, hevşaredar, serokê rêxistinên bajar û navçeyan, endamên dîwana KCD’ê, endamên meclisan û rêveberên partiyê, hûn berpirsyar bi xwe ne. Ev herêma di destê me de ye. Guhertina tiştinan lazim e, guhertin beriya her tiştî bi zihniyetê tê kirin. Niha em gelek konferansan li dar dixin, civînan pêk tînin û biryaran digirin. Em dibêjin em ê wiha wiha bikin lê em derdikevin, pratîka me em wek berê dimeşin. Wiha nabe.
Hevalên me jî anîn ser ziman, li başûr dîsa operasyoneke dirêj hatiye destpêkirin. Û dîsa dixwazin ku destketiyên Kurdan tune bikin û erdnîgariya Kurdan bombebaran bikin. Li hemberî van înkar, îmha û asîmîlasyonê rêxistin û sekneke xurt û îradeyeke xurt lazim e. Li dijî vê yekê 200 roj me li ber xwe da û em bi ser ketin. Ew mecbûr man û bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Lê pêvajo jî îro şûnda girêdayî rêxistina me ye. Ji bo wê jî divê em van civînên xwe bikin. Em kêmasiyên xwe nîqaş bikin û wextê em ji vir derketin em ji kesî bendewariyê nekin. Em nebêjin nabe û em nakin. Navend em in. Nebêjin “li vir tiştek qewimî, parlementerên me ne li vir in û em nikarin tiştekî bikin”. Hemû tişt em in, kî dibe bila bibe, em bi serê xwe dikarin gelek tiştan bikin. Em li benda hevdu nesekinin.
‘YA EM Ê SED SALAN QEZENÇ BIKIN, YA JÎ EM Ê SED SALÊN DIN BISEKININ’
Dem demeke pir girîng e. 100 sal li pêşiya me ye. 100 sal li Rojhilata Navîn yan em ê qezenc bikin, yan jî em 100 salan dîsa bisekinin ku sîstem were guhertin. Ji bona wê ez van civînan gelekî watedar dibînim. Ez dibêjim ji îro pê ve jî partiya me, di nava tevahiya Tirkiyeyê de jî partiyeke muhîm e. Çimkî partiyên din hatine ceribandin û tiştek neguheriye. Tenê maye HDP. HDP ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tirkan jî ji bo gelên ku li Tirkiyeyê jiyan dikin, hêviyeke mezin e. Me ev yek tim digot, lê nedihat fehmkirin. Ez bawer dikim niha hat fehmkirin di hilbijartina dawî de gelek tişt derketin holê. Ji Ji bona wê jî ez van civînan gelek muhîm dibînim…Pêwîst e ku rêxistinên me di nav xwe de di demeke nêz de rêxistina xwe xurt bikin û derkevin qadan.
‘GEL LI BENDA ME YE’
Gel li benda me ye, di çalakiyên careke din derket holê. Hinekan digotin ku gel li ku ye, lê gel li benda me ye. Gel bi hêvî ye û here tiştî ji me baştir dizane. Mîkrofon dirêjî endamekî Kurd dikirin û digorin “ez di nav rêxistinê de nîn im.” Lê wextê dipeyivîn, wek fîlozofekî/ê dipeyivin. Dayikên me çalakî li dar dixistin û kesî nedikaribû li hember wan bisekinin. Ev jî nîşan dide ku gel li ser soza xwe, li ser doza xwe ye û li benda me ye.
Jinan tu carî qad bernedan. Jinên birêxistî yên di nav me de, di vê çalakiya mezin de qad bernedan. Ji bo vê yekê jî divê rêxistina jinan li her derê were bipêşxistin. Divê hevalên me yên zilam ne wek taktîkî, divê wek îdeolojîk nêzî pirsgirêka jinê bibin. Ez dibîhizim û xemgîn dibim ku hinek kes li gelek qadan dibêjin “hevserok jin be, nabe”. Me ev tişt qedandin hevalno, ez rica dikim, nêzikatiya li jinê, nêzikatiya li dozê ye. Divê em wisa bizanibin û wisa fehm bikin. Em bi hev re wek hevaltî xebatên xwe bimeşînin wê baştir be. Em destkeftiyên xwe paşguh nekin.
BANGA LI HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: XAKA PÎROZ PÊŞKÊŞÎ TIRKIYEYÊ NEKIN
Herî dawî banga min ji Hikûmeta Başûr re ye. Hikûmeta Başûr niha di nav xwe de hilbijartinek kirin û serokê xwe hilbijartin. Bêguman em ji serokê wan re jî serkeftinê dixwazin. Em dixwazin bi ser bikeve, çimkî li kîjan parçeyê Kurdistanê tiştekî baş biqewime, bi kêfxweşî em ê wê pêşwazî bikin. Lêbelê divê ew axa pîroz ji dewleta Tirkiyeyê neyê vekirin. Ew şaşîtiyeke mezin e. Birêz Mesûd berê gotibû “em birakujiyê naxwazin”. Eger birakujiya nexwazin, divê axa xwe ji Tirkiyeyê re venekin. Ew ax tenê axa KDP’ê ye, ew axa axa temamî Başûr e, axa çar parçeyê Kurdistanê ye.
Çawa wextê ew çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, Kurd bi ruhekî yekîtiyê hatin cem hevdu û ew axa azad kirin, çawa wextê êrîşî Şengalê kirin, tevahiya hêzên Kurdan hatin cem hevdu û ew der azad kirin, niha jî hewce ye ku axa Kurdistana Başûr ji Tirkiyeyê re neyê vekirin. Li hemberî vê em bêdeng namînin. Em temaşe nakin. Em ê wek li bakur xebatê dimeşînin, em ê bi tevahî werin cem hevdu. Li hemberî vê em bêdeng namînin. Ew êrîşên li wir em wisa dihesibînin ku wek êrîşî Amedê, Wanê, Batmanê û Rihayê tê kirin. Tu ferqa me ji hevdu tune ye. Hevalan gotiye, em ê cardin bibêjin. Em bangî wan dikin û dibêjin yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Ji Kurdan bêtir dostê we tune ye. Wextê referandûmê, kî li we xwedî derket? Dîsa Kurdên çar parçeyê Kurdistanê. Tirkiyeyê wê çaxê dîsa got, “em vî tiştî qebûl nakin”. Ji bo wê em dibêjin ev şaşîtiyek e û ji vê bizivirin. Ez serkeftinê dixwazim. Serketin nêzik e, ez bawer im, HDP bi seferberiya rêxistinê wê di demeke nêzik de li Tirkiyeyê, siyaseteke berbiçav bimeşîne. Ku kêmasî hebin, ew kêmasî yên me ne, ne yên gel in. Ez serkeftinê dixwazim, serketin ya me ye.”