BRADOST – Ciwanê bi navê Eyûb Xelîl ê li dijî dagirkeriya Tirk li Bradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bibû, dema xwestibû vegere mala xwe, 8’ê Tîrmehê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Eyûb Xelîl bi sûcê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketiye hatiye binçavkirin. Di 10’ê Tîrmehê asayîşa PDK’ê ew derbasî asayîşa Mesîfê kirin û li vir îskence lê kirin. Niha jî asayîşa PDK’ê ew derbasî asayîşa Hewlêrê kirin.
Li gorî zanyariyên ku me ji welatiyên herêmê girt, Eyûb Xelîlê destpêkê ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve hatiye binçavkirin, piştî kontrola nasnameyê radestê asayîşa Mêsîfê hatiye kirin û li vir îskence lê hate kirin. Piştî îskence ew biriye asayîşa Hewlêrê. Asayîşê ji malbata Eyûp re gotiye ku ew dikarin piştî 15 rojên din Kurê xwe bibînin. Lê ev 8 rojin Eyûb Xelîl ji aliyê asayîşa PDK’ê ve dîl hatiye girtin û aqubeta wî nediyare.
Birayê Eyûb Îsmaîl Xelîl, ji ajansa ROJNEWS’ê re qala vê bûyerê kir û wiha got: “Piştî birayê min hat girtin, min serdana asayîşa giştî ya Hewlêrê kir ji bû ku ez agahiyekê ji birayê xwe bigrim. Lê rêveberên asayîşê ji mere gotin ku herin piştî 15 rojên din werin. Her wiha eşkere nekirin ka Eyûb li gel wane yan na.”
Der barê rewşa tendurîstî ya çalakvan Eyûb Xelîl tu agahî nehat bidest xistin.