TIL TEMIR – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Til Temirê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkeriya dewleta tirk, Serî hilde’’ êrîşên dagirker ên dewleta faşîst a tirk li ser Başûrê Kurdistanê a ku bi hevkariya îxanetkaran pêk tê şermezarkirin. Di meşa bi meşaleyan ciwanan şehîd Diyar Xerîb (Helmet) û fermandarê Ciwanan şehîd Baran Mawa bibîranîn.
Meşa bi meşaleyan ji ber Navenda Ciwanên Şoreşger ya Til Temîrê destpê kir û heta taxa Şehîdan domiya. Meş li taxa Şehîdan veguherî mitingê. Di Mitingê de axaftin hatinkirin û êrîşên dagirker yên dewleta tirk a faşîst hatin şermezarkirin.
Meş bi bangawaziya “Serî Hildanê” û avêtina sloganan bidawî bû.