AMÛDÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya hemleya “Serî hilde, dagirkeriyê perçe bike” li Amûdê li dijî êrişên dagirker ên li ser ser xaka Başûrê Kurdistan û dagirkeriya li ser tevahî Kurdistanê meşek bi meşaleyan lidar xist. Di meşê de bêdengiya hikûmeta herêmê û îxaneta wê bi tundî hate şermezarkirin. Ciwanên Şoreşger ji navenda ciwanan ya bajêr dest bi meşa xwe kir û bi sloganên li dijî dagirkerya tirk û îxaneta PDK’ê çalakî pêk anî.
Di çalakiyê de şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hate bibîranîn. Wêneyên şehîd Helmet û pankarta bi nivîsa “Ji bo perçekirina dagirkeriyê Serî hilde” hatin hilgirtin.
Meş li qada jinên berxwêdêr bi deqeyek rêzgirtina şehîdan veguherî mîtingê û bi xwendina daxuyaniya Ciwanên Şoreşger bi dawî bû.