MUĞLA – Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Mîlas a Mûgla avakirina xwe îlan kir. Li avahiya partiyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin û Misra Acar li ser navê ciwanan daxuyanî da. Acar, diyar kir ku li dijî gelê Kurd jenosîda çandî, polîtîjayên pişavtin û teslîm girtinê dewam dikin û wiha got: “Li cihên ku ciwanên Kurd pir zêde lê dijîn, tiryak, dejenerebûn û polîtîkayên şerê taybet zêde dibin.”
Acar, bal kişand ser rola ciwanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rol û mîsyona dîrokê ya ciwanan baş tê zanîn. Di welatên tên qezenckirin de, ciwan xwedî rolê guhertin û veguhertinê ne. Ji bo me ciwan temînata avakirin û tunekirinê ne. Divê ciwan hêviyan vale dernexin û rolê pêşengtiya civakê bigirin ser milên xwe. Em soz didin ku emê li dijî polîtîkayên jenosîda çandî, hilmendiya serdest û talankirina ekolojiye derkevin. Ji bo vê yekê em Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlasê îlan dikin.