STENBOL – Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal, Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê Gulanê de, di 12’ê Hezîranê de û di 18’ê Hezîranê de bi giştî 4 caran muwekîlê dîtibûn.
Piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, serlêdanên parêzeran hemû bi hincetên cuda hatin redkirin.