SERÊKANIYÊ – Bi dirûşma “Bi rihê 14’ê Tîrmehê serî ji bo bidawîkirina dagirkeriya faşîst a Tirkiyê hildin” Tevgera Ciwanên Şoreşger bi koordînekirina Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Serêkaniyê meşek li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, kantona Efrînê û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê organîze kir.
Meşa ku tê de bi dehan ciwan û şêniyên bajêr beşdar bûn, ji pêş meclisa navçeyê dest pê kir û li kolanên sûka navendî ya bajêr geriya. Şêniyan dirûşmên şermezarkirina êrîş û dijminatiya Tirkiyê û serîtewandina hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê re, berz kirin.
Xwepêşandêr li taxa Ronahî kom bûn, piştre hevserokê Şaredariya Gel Luqman Îsa axivî û berxwedana ciwanan û serhildana li hember dagirkeriya Tirk silav kir. Her wiha Luqman Îsa îşaret pê kir ku gefên dewleta Tirkiyê nîşaneya binketina wê di hemû aliyên leşkerî li Idlibê de û yên siyasî û aborî de ye.
Îsa bal kişand ser ku armanca dewleta Tirk ji gef û komployên li ser herêmên ewle, têkbirina tecrubeya demokratîk e û her wiha bang li bilindkirina têkoşînê li dijî gefên Tirkiyê kir.
Di dawiya axaftina xwe de Îsa got: “Şoreşa me bi rihê ciwanan dest pê kir û dê bi rihê ku banga azadî û aştiyê dike, bi ser bikeve.”
Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedan û şehîdan bi dawî bû.