NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 15’ê Tîrmehê ya li Girê Şehîd Derwêş ya li dijî leşkerên Tirk weşand ku di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.
Dîmenên çalakiyê;
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû; “Roja 15’ê Tîrmehê saet 09.30’î li dijî kozik û strateyên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek hatiye kirin. Hêzên me li konteynireke dagirkeran a li serê gir xistine. Di çalakiyê de konteynir bi temamî derb xwariye û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.”