NAVENDA NÛÇEYAN – KODAR’ê bal kişand ku rejîma Îranê ji bo xapandina raya giştî û ji tirsa berfirehbûna tevgera azadiya gelê Kurd, neçar maye “kongreya şehîdên Kurdistan” û “kongreya navdarên Kurd” lidar bixe, lê hedefa van kongreyan dijayetî û bêtesîrkirina muxalefetên civakî, rewşenbîrî û siyasî ye. KODAR’ê destnîşan kir ew her rêya li ser esasê pirensîbên demokrasiya xwecîhî û îradî dipejirînin û diyar kir ku tenê avakirina “platformên yekîtîya hêzên demokratîk û rewşenbîran” dikare têkoşîna gel temam bike. KODAR’ê diyar kir ku ew dikarin ji bo azadiya gelên Îranê pêşengtiyê bikin.
Komelgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) derbarê rewşa giştî ya Îranê, pêkanîna “kongreya şehîdên Kurdistan” û “kongreya navdarên Kurd” ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibûn lidarxistin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd û Îranê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Rewşê sîyasî û aboriya rejîma Îranê ku li ser esasê desthilatdarî pêk hatiye, niha bi buhranek civakî û zihnî xwe nîşan dide. Ji ber taybetmendiya antîdemokrtîk a rêbaza çareserkirina pirsgirêka di dewleta Îranê de, rejîma despot di qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de gihîştiye kaos û tevlîheviyên bingehîn. Vê pirsgirêkê bandor liser jiyana civakî û hemû hemwelatiyên Îranê kiriye, di warê fikrî de zemîna hejartiyê ava kiriye. Li ser vî esasê erka dîrokî ya hemû gelên Îranê ewe ku bi îrade û zanabûnê, rêkên çareseriyê ji bo buhrana heyî pêş bixin. ji ber ku tenê civak û pêkhateyên civakî dikarin bibin hêza bidestxistina azadiyê.
Îran ketiye qonaxa siyaseta şer
Siyaseta Îranê li ser esasê pevçûn û dijwarkirina nakokiyane. Îran niha niha li di derve û hundir ketiye qonaxa siyaseta şer. Ji bilî teslîmiyet yan jî şer û têkçûne tu rêyek ji bo rejîmê nemaye. Berevajî propagandayên derewîn yên ragihandina rejîmê, niha muvazina desthilatdariyê li gor berjewendiyên hêzên dijî Îranê ye û metirsî heye ku gelên Îranê bikevin nava karesatek mezin. Di warê dîplomatîk de nakokiyên siyasî di navbera rejîmê û cîranên wê yên herêmê û derveyî herêmê, Îran xistiye nava tecrîdê. Di warê aborî de jî pereyê ku ji hinardekirina neftê tê bidestxistin pir kêm bûye, hemû projeyên hilberînê hatine rawestandin, her wiha hilberîna kiştûkal û pişeyî aktîf nînin. Ji ber ku aboriya Îranê aboriyek rantî û girêdayê neftê ye, her wiha li ser gendeliyê hatiye avakirin. Çavkaniya wê jî zîhniyeta faşîst a dewleta Îranê ye. Ya ku her tim dibe qurbaniya vê siyasetê jî, civaka Îranê ye.
Ji gel re hejartî û bûhabûn maye
Berhemên hevrikî ji bo desthilatdariyê ne, lê hejartî, birçîtî, bikaranîna madeyên hişbir, xwekuştin, bêkarî û buhabûn ji bo gelê Îranê maye. Hemû propagandaya medyaya Îranê ne li gorî rastiya heyî ya civaka Îranê ye. Mesela esasî nebûna birêvebirinek bihêz û demokratîk a civak û aboriyê ye. Bi salan e Kurdistan bûye navenda şerê cîhanê yê sêyem ku bi dijbertiya li hemberî kurdan û Rêber Ocalan destpê kiriye. Vî şerî niha Îran xistiye hedefa xwe û ev şer an bi guhertina pêkhateya siyasî û aborî ya Îranê, yan jî wê bi rêka şer û teslîmiyetê bi dawî bibe. Helwesta emperyalîstî û berjewendîxwazî ya hêzên sermayedarên navdewletî li kêleka helwesta girtî û paşverû ya rejîma Îranê hêviya çareseriyek demokratîk di rewşa kaotîk la heyî de nehiştî ye.
Wisa diyare ku rejîma Îranê militarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê û tenê bi navê ewlekariyê nêzîkbûna wê, ji rewneqa aborî û peşketina li Rojhilatê Kurdistanê girîngtir dizane. Bi taybet nifşên civakî yên wekî kolberan, bi rengekî qurbanî û amûrên ji bo bihêzkirina desthilatdariya Îranê tên bikaranîn. Rejîmên Îran û Tirkiye senaryoyên hevbeş li dijî gelê Kurd pêş dixin. Ev helwest bi taybet ji sala 2006’an ve zêdetir bûye. Mirov dikare bêje nakokî û pevçûnên siyasî û abori yên di navbera Îran û Tirkiye de dîrokî ne, lê mijarên di dijbertiya Kurdan, her wiha hakimyet ser herêmên jeostratejîk û jeopolîtîk ên Kurdistanê de her tim siyaseta hevbeş meşandine.
Armanca pêkanîna kongreyan bêtesîrkirina muxalefetê ye
Di rojên dawî de rejîma Îranê ji bo xapandina raya gîştî, her wiha ji tirsa bandor û berfirehbûna tevgera azadiya gelên Kurd, neçar ma du kongreyan, yanî “kongreya şehîdên Kurdistan” û “kongreya navdarên Kurd” li bajarên Sine lidar bixe. Hedef ji pêkanîna wan kongreyan dijayetî û bêtesîrkirina muxalefetên civakî, rewşenbîrî û sîyasî ye. Ev kongre di pêvajoyek wisa de tên lidarxistin ku mafê prewerdeya bi zimanê dayîkê di qanûnên rejîma Îranê de nîne û siyaseta asîmîlasyona çandî di astek pir berfireh de hemû gelên Îranê xistiye rewşek bi karesat. Bangkirina kesayetên hunermend ên Kurd ji bo vê kongreyê û bikaranîna wan, ji bo lawazkirina kela berxwedana gelê Kurd e, dubarekirina senaryoya binketî ya dewleta faşîst a Tirkiye ya di sala 2013’an de bû. Ev kongre hewl didin fikrên şovenîstî li hemberî ramanên azadiyê pêş bixin. Divê baş bê zanîn ku ev karnavalên lûks û derewîn di cewher de înkara hebûn û nasnameya gelên Îranê bu taybet jî înkara Kurdan e.
KODAR hewldanên demokrasiya xwecihî û îradî dipejirîne
Bêguman pêşxistina rêyên çareseriyê ji bo pêvajoya heyî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, erka dîrokî ji bo azadiya gelên Îranê ye. Her rêya ku li ser esasê pirensîbên demokrasiya xwecîhî û îradî be, ji aliyê tevgera azadiya gelê me û KODAR’ê ve jî dê were pejirandin. Niha pir rêxistin û pêkhateyên sivîl, mafên mirov û rewşenbîran ji bo çareserkirina buhrana siyasî, aborî û civakî kar dikin, lê ev hewildan têrker, hevgirtî û yekpare nîn in. Ji bo wê divê ev pêhate ku wek pêşengên gel înîsiyatîfa civakî û rêxistinî bikar bînin û ji bo avakirina rêxistina gel, azadiya zîndaniyên siyasî, parastina jîngehê, û çareserkirina buhrana civakî gav bavêjin.
Platformên yekîtiya hêzên demokratîk girîng in
Pirsgirêkên civakî, sîyasî, aborî û mafên mirov rastiyeke ku nayê înkarkirin, klîda çareserkirina wê jî di destê civakê bixwe de ye. Ji ber ku rayedarên dewletê hebûna kaos û pirsgirêkên siyasî û jîngehî înkar dikin. Mînak hikumeta Îranê hebûna zîndaniyên sîyasî înkar dike. Di atmosferek wiha înkarker, pêşdebirina tevgerên civakî, yekane pîvana diyarker ji bo berdewamkirina jiyana civakî û siyasî ya gelên Kurd û Îranê ye. Di qada çalakî û têkoşîna hizb û tevgerên Îran û Kurdistanî de avakirina “platformên yekîtîya hêzên demokratîk û rewşenbîran” pir girînge. Tenê pêk hatina van platforman dikare têkoşîna rêxistinên medenî û gel temam bike û piştevanê wan be. Bingeha van platforman divê li ser esasê demokrasiya radîkal û siyastek demokratîk be. Pêwîst e hedefa bingehîn a platforman pêşxistina demokrasî, çareserkirina pirsgirêkên civakî û avakirina xwerêveberiyên demokratîk be. Ev helwestên exlaqî û siyasî wê hemû hizb û rêxistinan di zemînek demokratîk de bîne gel hevdû.
Em wekî Komelgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) bawer dikin ku em dikarin ji bo azadiya gelên Îranê pêşengtiyê bikin û tevlîbûnek demokratîk ji bo berjewendiyên hizbî-rêxistînî tercîh bikin. Ev yekane şansê hemûyane ku vê derfeta dîrokî ji bo gihîştina demokrasiyê bi kar bînin.”