NAVENDA NÛÇEYAN – Li Edene semta Şakirpaşa Yekîneyên Tolhildanê yê girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku wan li dijî polîsên dagirker ên tirk çalakiya bi bombeyê deng pêk anîne.
Daxuyaniya Yekîneyên Tolhildanê yê DGH’ê der barê çalakiyê de wiha ye:
“Yekîneyên me ên Tolhildanê li Edene semta Şakirpaşa doh evarî saet 23:00’an de li dijî polîsên dagirker ên bi wesayîtên xwe derbas bûn çalakiyek bi bombeya deng lidar xist. Di çalakiyê de wesayîta polîsên dagirker derb xwar û polîsên di wesayîtê de bîrîndar bûn.