HEWLÊR – Li Hewlêrê li xwaringeheka bi navê Okbaş ya nêzî Konsulxaneya Tirkiyê pevçûn derketiye. Li gor zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên herêmê di nava kuştiyan de berpirsyar û karkerên Konsulxaneya Tirkiye hene, lê heta niha nasnameyên wan nehate zelalkirin. Asayîşa Hewlerê derdora cihê bûyerê dorpêç kirine û lêkolîn der barê bûyerê daye destpê kirin.
Hêj derbarê bûyerê de ti daxuyaniyên fermî ji aliyên pêwendîdar ve nehatiye dan.