ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ber Başûrê Kurdistanê û şehîdkirina Diyar Xerîb meşek lidarxistin.
Li navenda bajarê Şengalê duh êvarî di saet 18.00’an de Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li ber Dibistana Zerîfa Osê heta Qada Şehîn meşiyan. Gelek ciwan beşdarî meşê bû.
Di meşê de ciwanan dirûşmeyên,’Bijî Berxwedana Xakûrkê’, ‘Namire, namire şehîd Helmet’ berz kirin. Herwiha di êrîşê bi tundî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate şermearkirn.
Li Qada Şehîdan li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) Şehab Reşo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Li hemberî dewlete Tirk a dagirker serî hildin. Ev demeka dirêje dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê zêde kirine. Herî zêde weke Mam Zeki, pêşengê Kurdistanê Diyar Xerîb kirin hedef. Bi hedefgirtina Mam Zekî re îradeya civaka Êzidî kirin hedef. Ji ber ku pêşengên weke Mam Zekî û Helmet tirsek mezin xistin di nava dilê dijmin de, lewma herdu kirin hedef. Em weke ciwan van êrîşan qebûl nakin û em hemû şagirtê wan in. Em ê doza wan berdewam bikin.”