HEWLÊR – Li ser riya Hewlêr û Mûsilê du depoyên çek û teqemeniyan ên hêzên parastina nava bajaran ên ser bi Farmandariya Hêzên Zêrevaniyê teqiyan. Heta niha sedema teqînan nayê zanin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, li ser riya Mûsil û Hewlêrê vê sibehê di saet 04.45’an de du depoyên çek û teqemeniyan ên hêzên parastina nava bajaran ên ser bi Farmandariya Hêzên Zêrevaniyê teqiyan. Heta niha sedema teqînan nayê zanîn.
Hate ragihandin ku şewata derketî ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatiye kontrol kirin û ti zinaya canî çênebûye.
Herwiha tê gotin ku li ser teqînan lêpirsînê destpê kiriye.