NAVENDA NÛÇEYAN
“Di ev hefteya dawî de seferberiya leşkerî û rakirina dîwarên sînoran a dewleta Tirk a dagirker di navbera Gire Spî û Kobanê de, pirsa “Gelo operasyonek dagirkirinê ya nû dest pê bike?“ tîne bîra mirov.
Di nêzîkbûna salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tirmehê de hewla dagirkirinek nû ya dewleta Tirk a dagirker xwe diyarde dike. Weke tê zanîn li Başûrê Kurdistanê êrîşên yekemîn ya dagirkirinê vala derket û dewleta Tirk a dagirker operasyonek bi navê “Pençe 2“ dest bi êrîşek nû kir.
Hevkariyên xayîn, di dema operasyona Pençe 1’ê de hîn zêdetir bû û hevkariya xeta PDK (KDP) ê xayîn û dewleta Tirk jî ku bi salane ev têkilî heye, hîn zêdetir û diyarde bû. Çiyayên Başûrê Kurdistanê, bi destê PDK’ê ji dewleta Tirk re hate hiştin û sixûrên MÎT’ê jî li çiyayên Başûrê Kurdistanê berbelav bûn. Dewleta Tirk a dagirker, ji ber ku ji operasyonên hewayî û ji hevkariya PDK’ê (ku her diçe xiyanetê wan zêde dibe) encama ku dixwest wernegirt, dest bi operasyona dagirkirinê ya duyemîn kir.
Di sala 2017an de, dema ku Dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir dikir rastî berxwedanekê mezin hat û bi alikariya çeteyan Efrîn dagir kir. Lê nekarî ku şervanên azadiyê ji Efrînê derxîne. Çalakiyên ku li Efrînê pêş diketin gelek zorî da dagirkeran. Bi daxwaza belavkirina hêzên Kurdan, li Başûrê Kurdistanê jî operasyonek dan destpêkirin lê heya roja îro encamek jê wernegirtin. Her çiqas parlamenterên partiya faşîst MHP gotibin “Em ê li Qendîlê ala Tirk daliqînin” jî bi salane ev xeyalên wan ji ber berxwedana gerîlayan bê encam ma.
Belê, di operasyonekê wisa de niha jî dixwazin Rojava dagir bikin. Şoreşa Rojava, ji bo gelên ku baweriya wan bi şoreşê û demokrasiyê tên mînak bû; her wiha ji bo dewletên faşîst (weke Tirkiye) jî wek gefxur e.
Erdogan, di her qadê de tîne ziman û dibêje “Ez ji Rojava aciz im û PYD, YPG-YPJ terorîst in”. Operasyona dagirkirinê ku xeyal dikir bi vî awayî derdiket holê. Bi teybetî jî ji ber ku tunekirina DAÎŞ’ê ku bibû çeteya Erdogan bi destê Kurdan hat kirin û Rojava jî ji DAÎŞê hat paqijkirin ji bo Erdogan bû kul û derd. Dîsa ji ber ku têkiliya Erdogan û çeteyên DAÎŞ’ê û Ehrar El Şamê her roj hîn zêde teşhîr dibû, dijminahiya wî ya li hemberî Kurdan jî ewqas zêde dibû.
Helbet ev êrîşên dagirkeriyê, ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cuda nayê dîtin. Erdogan, li hemberî atmosfera berxwedanê ya berxwedana grevên birçîbûnê bêçare ma; ji bo ku vê atmosferê bişkîne jî her cureyên dek û dolabê bi kar anî û dawiya dawî jî mecbur ma û ji parêzeran re roja 2ê Gulanê deriyên Îmraliyê ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan lê dima, vekir. Piştî hevdîtinê ji ber ku grevên birçîbûnê gihîştibû armanca xwe hat bidawîkirin. Lê cirnexweşiyek Erdogan a din jî hebû; hilbijartinên Stenbolê.
Di hilbijartinê de Erdogan têk çûbû û riyeke tenê yê Erdogan hebû; Kurdan. Ji bo ku dengên Kurdan werbigre endamê MÎT’ê Dr. Alî Kemal Ozcanê derxistin pêş. Nameya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, her çiqas bi salan hevdîtina wî qedexe kiribin jî, ji bo ku dengên Kurdan bistînin di qanala AKP aHaberê de hat xwendin. Hilbijêrên Kurd ên ku sozên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan baş analîz kirine, dengên xwe ji bo hilweşandina AKPê bi kar anîn.
Lê artêş û dewletê ku di bin qontrola Erdogan de ye, nezanîn çi bikin. Ji bo dagirkirina her perçeyên Kurdistanê planan çêkirin, piştî têkçûnê hevdîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîsa qedexe kirin û li ser sînora Rojava tevgerên leşkerî zêde kirin.
Yê ku li Rojava hat nivîsîn destan bû; ev destan bi pêşengiya ciwanên Kurd ji aliyê gelê Kurd û gelên Kurdistaniyan ve hatiye nivîsandin. Niha di salvegera Şoreşa Rojavayê de di serî de li hemberî tevgerên leşkerî ya li ser xeta Gre Spî û Kobanê, parastina her perçeyên Kurdistanê ji bo ciwanan ji bo demokrat û şoreşgeran wek peywirekê ye. Berxwedana Kobanê, çawa ji dîrokê re wek Stalîngrada Rojava derbas bûye, niha jî dema ji yên ku xeyalên ”ha ket ha wê bikeve“ dibînin re nîşandayîna rastiya şoreşê û lêxwedîderketina şoreşê ye.”
NC/Axîn Mahîr Dîcle