MEXMÛR – Li gorî agahiyên ji herêmê dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşên hewayî bir ser Kampa Penaberan a Mexmûrê. Temamî rojê balafirên keşîfê li herêmê digeriya, heta saet 00:15’an balafirên şer herêmê bombebaran kir.
Balafirên şer ên Tirk a dagirker di seat derdorî 12:15’ê şevê de, bombe li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî baran. Bomberdûmana herêmê didome. Tevgera zêde ya balafiran a li esmanên Mexmûrê heye.
Hêjayî bibîrxistinê ye 13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li Penaberên Mexmûrê barandibû û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn.
6’ê Kanûna 2017’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd ketibûn.
AGAHIYÊN BERFIREH TÊN…