HELEB – Bi hatina salvegera Şoreşa Rojava re Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek bi meşaleyan lidar xist. Meş ji ber navenda tevgerê li taxa Şêxmeqsûd beşa Rojava destpê kir.
Ciwanan al, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Bi giyana 19’ê Tîrmehê Ciwanên Ocalan dê serok Apo û Efrîn rizgar bikin” hildan. Her wiha diruşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Xakurkê, dagirkirina Efrînê û silavkirina şoreşa bakurê Sûriyê berz kirin. Meş li ber çarxeriya Destîna rawestî û veguherî mitîngê.
Di mitîngê de meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nesrîn Mihemed û endamê rêveber a Tevgerê Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivîn. Axaftvanan salvegera 7’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahiya pêkhateyên Bakurê Sûriyê pîroz kir û di heman demê de tekez kirin ku pêvajoya heyî mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê pêwîst dike.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.