NAVENDA NÛÇEYAN – Di 17’ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistan li bajarê Hewlêrê di çalakiya ku endamên konsolosxaneya dagirker a tirk jî di nav de 3 kes hatibûn kuştin. Derbarê bûyerê dimenên nû derketin holê.
Piştî bûyerê dewleta tirk a dagirker û PDK’ê daxuyaniyên bi nakok da raya giştî, niha jî dimenên nû derketin holê.
Di dimen de tê ditîn ku piştî bûyerê ji xwaringehê kesekî bîrîndar, nayê zanin ku miriye an jî saxe davêjin kasa wesayîta bi marka “NISSAN” û di wesayîtê de endamên asayîşa PDK’ê runîştine. Li ser bedana kesê ku bîrîndar an jî miriye tê ditîn ku ji serî wî û singa wî xwîn hatiye. Tiştê balkeş ew e ku ev kesê bîrîndar an jî mirî ne bi ambûlansê, bi wesayîta asayîşê ji xwaringehê tê derdixistin. Ev tevgerandina asayîşa PDK’ê guman dide avakirin û fikrên revandinê tine bira mirov. Heta niha asayîşê derbarê ev tevgerandina xwe daxuyanî nedayê û nayê zanin ew kesê bîrîndar an jî mirî kiye.
DIMENÊN KU GIHIŞT AJANSA ME WIHA YE: