NAVENDA NÛÇEYAN – Yekineyên Rojhilata Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê balkişand ser liv û tevgera balafirên bê mirov yên Îranê. YRK’ê da zanîn ku liv û tevger leşkeri balafirên bê mirov ya rejîma Îran li sînorên Rojhilatê Kurdistanê zede bûye. YRK’ê da zanîn ku ew çavdêriya dijmin dikin û li hemberî hemû tevgera leşkeri û sîxûrî ya rejîma Îranê rawestîn.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê balkêşa ser liv û tevgera sûpayên rejîma Îran ya li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê. YRK’ê da zanîn ku di demên dawî de balafirên bê mirov yên sûpayên Îranê gelek digerin û wiha hat gotin; “Şer û pevçûna hêzên rejîmê bi gerîlayan re bi alîkariya çeteyên rejîmê, di çarçoveya komployên mezin de tê kirin. Liv û tevgera heyî di bin çavdêriya me deye.”
YRK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got; “Balafirên bê mirov yên rejîma dagirker a Îranê di 17’ê vê mehê de saet 10:00 heya 11:00’an de, herwiha êvariya heman rojê di saet 15:00 heya 23:00’an bi ser zozanên Asos ya ser bi herêma Mawet a parêzgeha Silêmanî firiyane. Em çavdêriya hemû liv û tevgera dijmin dikin. Herwiha êrîş û pevçûnên hêzên leşkeri û çeteyan bi hêzên gerîlayan re li hinek navçeyên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya komployên mezin de berfireh dibin.”
Di dawiya daxuyaniya YRK’ê de hat gotin; “Emê li hemberî hemû liv û tevgera leşkeri û sîxurî ya rejîma Îranê rawestin.”