QAMIŞLO – Bi hezaran gelê herêma Cizîrê, Kurd, Ereb û Suryan bi cil û bergên xwe yên folklorî, şaneyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûpsiyên herêmê û kesayetên beşdarî komxebata der barê DAIŞ’ê de bibûn li Stada 12’ê Adarê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo kom bûn da ku salvegera 7’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin. Şêniyên al û sembolên şoreşa Rojava hilda bûn.
Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê, wêneyên şehîdên Rojava, pankartên “Ciwanên azad misogeriya jiyana azad demokratîk e”,”Şoreşa 19’ê Tîrmehê deryaya çand û azadiyê jinên ciwan e” û “Bi yekitiya gelê xwe em ê faşîzma Erdogan têk bibin” hatin daliqandin.
Cihê pîrozbahiyê ji aliyê Hêzên Asayîşê, Hawarê, Trafîk û Hêzên Parastina Civakî (HPC) vet ê parastin. Ji bo rewşên awaret jî ambulanc jî amade ye.
Pîrzobahî bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û Hêzên Xweparastinê ve dest pê kir.
Ji fermandarên YPJ’ê Rojda Efrîn axivî û got: “Fedekariyên mezin ku di nava 7 salên Şoreşa Rojava da hatin dayîn bi serkeftinên mezin bi encamp bû. Şervanên xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin têkoşîneke mezin li dijî DAIŞ’ê hevkarên wê artêşa Tirk a dagiarker dane meşandin û destkeftiyên şoreşê mîsoger kirin.”
Rojda Efrînê wiha domand: “Madem gef li ser gelên me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene wê têkoşîna me her zêde û berfireh bike. Serkeftinên li ser erdê pêkhatin berhemên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan e.”
Di çalakiya mîhricana Şehîd Stêrvan a duyenîm a bi boneya salavegera Şoreşa Rojava de dê axaftin ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Avrîn Avdar, axaftina Rêveberiya Xweser, Kongreya Star hatin kirin. Her wiha dê şano, stran û spora taykwendo û werin pêkşkêşkirin û pêşengeheke wêneyan hate vekirin.
Piştî ku YPJ’ê toraneke leşkerî di çalakiyên festîvalê de lidar xist, gelek axaftin hatin kirin û salvegera 7’an a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê salvegera 7’an a destpêkirina Şoreşa Rojava li gelê Rojava pîroz kir û wiha got: “Dengê Şoreşa Rojava di aliyê leşkerî, çandî û civakî li cîhanê belav bû. Di salvegera 7’an salvegera şoreşê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê bûne. Em salvegera 7’emîn a şoreşê pîroz dikin.”
Nezîre Gewriyê da zanîn ku şoreşa wan welat, însan û çand ava kir û wiha got: “Beriya her tiştî ev şoreş, şoreşa jinan e. Şoreşa dayîkan û şoreşa şervanên jin e. Serkeftin û desteftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, encama ked û berxwedana gelê me ye. Bi yek dest em ê li pêşiya gefxwarinên ku di pêvajoya bê de bisekinin û serkeftin dê para me be.”
Endama Koodînasyona Kongreya Star Fûza Yûsif wiha got: “Di şoreşa me de, cara yekemîn bû ku gel xwe bi xwe û bi hêz û îradeya xwe, xwe birêxistin kir. Cara yekemîn ku tekoşîn dike û civaka xwe ji bindestiyê rizgar dike. Ev şoreş cewherê gelê Sûriyê ye. Ji ber vê yekê ji mafê vî gelî ye ku nûnertiyê li ser masya diyalogan ji bo çareseriya aloziya li Sûriyê, bike.”
Fûza wiha domand: “Tu çareserî ji aloziya Sûriyê re tine ne û em itîrafê bi destûrên bêyî beşdarbûna nûnerên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin. Hêzên me parastina yekbûna xaka Sûriyê ji parçekirinê kir û xaka xwe ji komên radîkal parast.”
Endama Koodînasyona Kongreya Star Fûza Yûsif bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe birêxistin bikin û parastina desteftiyên şoreşê bikin û wiha got: “Divê şoreşa Rojava veguhere şoreşa hemû gelê Sûriyê.”
Her wiha endama Yekîtiya Jinên Ciwan Avrîn Avdar diyar kir ku di vê rojê de jinên li Rojava azadiya xwe bidest xistin û ji bindestiyê rizgar bûn. Evrîn bang li ciwanan kir ku ji şoreşê re bibin pişt û parastina desteftiyên wê bikin.
Piştî dawîbûna axaftinan, koma Înana, koma werzîşê ya jinên ciwan, koma şehîd Dijwar, koma Taykwando, stran û çanda filklorî hatin pêşkêşkirin.
Mîhrican bi gerandina govendê bi dawî bû.