NAVENDA NÛÇEYAN – Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyek de diyar kir ku wana kesê çalakiya Hewlêrê pêkanî girtiye.
Di daxuyaniya asayîşa Hewlêrê de hate gotin; “Em welatiyan agahdar dikin, tawanbar Mazlum Dag ku du roj ji berê weneyê wî weke kesê daxwazkirî di rûpelê Dijeterorê da hatiye belavkirin, ji aliyê Rêveberiya Asayîşa Hewlêr û Dijeterora Kurdistanê ve hate girtin.”