RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Li ser pirsgirêka jine weke tezan dihizirim. Di vê çerçovê de ji neolîtîk heya roja me xebatekî min ya berfireh heye. Ji biçûk ditina jina Kurd zêdetir, di serî de dayîk, min mezinkirina tevayi jinan bingeh girt. Min hewl da ku ez bikarim zanistî nêzîk bibim. Ji bo ku jin tezên xwe yên azadiyê heta bigihînin peymana civakî pêwîstî bi têkoşînê heye. Ez hewl didim ku perspektîfa zanistî, siyasî bînim ji vê re. Dîroka jinê di pirtûkên mîtolojiya çar cildan de heye. Mirov dikare ji wir lêgerînê bike. Jin di mîtolojiyê de hatiye veşartin, piştî vê jî, jixwe cihê wê di siyasetê de nine. Windakirina jinê, windakirina civak, wekhevî û azadiya di sosyalîzmê de ye. Pêşketina mêtîngerî û newekheviyê ye. Piştre xûdayên Yûnan pêş dikevin. Ji vê re çanda pêxemberiya li Rojhilata Navîn jî pê ve dibe. Rewşekî weke jin nîne pêş dikeve. Di roja me de pêwîst e veguherînin peymanekî civakî ya nû. Pirsgirêkekî zindî ye. Ez dem bi dem pirsa “divê çawa bê jiyan kirin” tînim rojevê. Di çareseriya pirsgirêka çînî û civakî de têkoşîna jinê rolekî girîng dileyîze. Ez ji pirsgirêka jinê re teng, weke aborî nanêrim. Ez bi hestên erzan nagirim dest. Zêdetir exlaqî û felsefî nêzîk dibim. Ne bi pêşdaraziyen olî ve, ne jî bi çanda tele vole ya roja me nêzîk dibim. Ger derfet çêbibin ezê hewl bidim da ku vê yekê derxînim holê. Ez exlaqa rojevî ya kevneşopî hilnadim cidiyetê, napejirinim. Li gorî min têgihîneka min heye. Ger derfet çêbibe, di pirtûka xwe de ez dixwazim di şêweya hêzan de vê yekê pêşwaz bikim. Ez dixwazim xetekî ya dîrokê bidim.
Li ser vî bingehî divê hûn peymana civakî ya jinê, di wesfa manîfestoya jinê de ji bo sedsala 21’ê ava bikin. Ev mijar ne tenê ji bo jinên Kurd û Tirk, ji bo tevahî jinên cîhanê ye. Divê peymana civaka azad ya jinê, bibe hilberîna xebatekî fireh. Ev yek xwedî cewherekî gerdûnî û navnetewî ye. Divê tevgera jinê bi tevgera derdor ve bibe yek. Peymana zarok û derdor ji aliyê netewên yekbûyî ve hat weşandin. Divê tevgera jinê bi wan re bibe yek.
Koletiya spartî kapîtalîzma sedsala 20’an, mirov dikare ji gelek çavkaniyan lê bikole. Hûn dikarin peymana civaka azad wiha pêk bînîn û dikarin 5-10 sal wiha bijîn. Tiştek nabe, di nava vê demê de xebatên xwe yên îdeolojîk-polîtîk bi rêve bibin. Da ku hûn bigihîn peymana azadiya civakê, divê ev yek bidome.
Ez dixwazim hûn kûr bibin, her yek ji we dikare xwe bike dergehekî. Dikarin xwe bînin warê çavkaniyekî bingehîn. Heskirina min ji herkesî re ye. Ez li benda xwedawendên mezin im. Azadî ji bo jinê ji her tiştî nirxdartir e. Azadiya jinê, ezêbî (bekarlık), tenê ne di wateya zayendiyê de ye. Ez jî xwe weke bakîre (keçînî) dihesibînim. Yê girîng paqijiya giyan û dil e azadbûna vê ye. Ger tu giyana xwe paqij bigirî, fîzîka te jî xweşik dibe. Jinekî wiha mezin dibe. Ezê hinek bêjim Budawarî, lê ne tam wisa ye? Xwe bidin nasname û şerefa xwe, ev yê herî xweşik e ji bo we. Divê hûn fedekariyê bikin. Dubare dibêjim! Di kesayeta jinê de wê civak azad bibe. Xwezayî ye ku zoriyê bibînin û zorê bidin. Bi misoger ne meselekî ku biçûk bibînin. Rêzdariya li hember gel çi be, rêzdariya li hember jinê jî di heman wateyê de ye. Helbet çewtî û kemahî dibe ku çêbibin, lê ev, divê li peşiya azadiya jinê nebe asteng. Min xwest pêşiya we vebikim. Tiştên civaka çînî li ser we ferz kirî, dîroka şaristaniyê ya 2-3’ê hezar salî ka çi gotiye, ka zilam çi gotiye divê ne di xema we de be. Berxwedana herî mezin, di kesayeta jina azad de israr e. Di pêşerojê de hînekan ji ber êşan xwe şewitandin. Di kesayeta xwe ya azad de îsrar, vegotina herî mezin ya girêdaniya bi min re ye.
We girîng e. Divê hûn li hember hevdû xofdar û dijûnek nêzîk nebin. Divê ev dem were derbas kirin. Divê jin li ser xwe kûr bibe, bi şiyarî di kesayeta xwe û wîjdana xwe de bigihîje Şoreşa Jinê Şoreşa Gulêye 6 kûrbûnê. Kesayetiyên xwe yên azad pêş bixin. Kesayeta xwedawend biparêzin. Li ser nameyên min yen dawî hûr bibin. Hûnê bikarin gelek tişt bigirin û bibînin. Ne roja hizîrina hêsan e. Hûn jî bi baldarî tevbigerin, bala parastina rewa bikin. Şûna ku hûn bi gîrî dilên xwe hênik bikin, bi mejiyên xwe yekîtiya dilên xwe çêbikîn. Weke bersiva jiyanê, divê hûn hêza xwe ya wateyê pêş bixîn.
Bi APO’re 24 seat jiyan kirin! Ev yek di heman demê de mamikek e. Ez bawer dikim di mijara jinê de çanda spartî xiyanet û înkarê ku şaristanî li ser ferz kiriye min rûxand. Vegotina rêzdariya min li we ev e. Ez nikarim vê yekê ne bi hestên helbestvanî, ne jî bi mijarên felsefê ve vebêjim. Lê aliyê min yê li dijî serdestiya zilam, zor û çewisandinên balkêş e. Min dahûrandinekî zanistiya vê ya dîrokî mezin e danî holê. Ez daxwaz dikim hûn bê ku bibin pergala lanetî û kirêtiyê, bi rêzdarî bijîn û xwe li ser vî bingehî hêzdar bikin.
Diyalogên ku min li vêderê kirî, ez diyarî we dikim. Weke dibistana azadiyê bi kar bînin. Ev dibistan divê ji bo jiyana nû û aştiyê bibe cihê perwerdê. Ji bo dayîkan jî bibe cihê perwerdê. Divê destê zilamê qirêj, destê jina qirêj lê nekeve projeya jiyana azad di vir de derbasî jiyanê bikin. Ez nabêjim perestgeha (tapinak) jinê, çawa ku di malê giştî de û di malê taybet de mefa jin anîn, divê jinê di wir de bi çanda xwedawenda mezin bivejînin û bigihînin asta xwedawendan. Di jiyanê de weke xwediyê hêzê, divê hûn li ser axên xwe, li ser lingên xwe rawestin. Xwe tenê nehesibînin. Erkê we pîroz e. Yên nezan bixeter in. Ji bo zanînê jî asta akademîk pêwîst e. Têkoşîna yê nezan bi xeter e. Hûn dikarin hewldanekî mezin bigirin ber çava. Weke xwediyê kedê, hewlê bê ku lez bikin, bihedar (sabir) û birik hûn dikarin hinek encam bistînin. Ger hûn asta perwerdeya ku min pêşwazî we kir bişopînin, hûn jî wê bigihîn heman encaman. Dema jin çareser bû, cîhan pir cewaz xweşik dibe. Niha jiyan ji bo jinê tipîtarî ye. Ronahiya spartî jinê ji tevayî ronahiyan binirxtir e. Min dixwest di mijara jinê û ronahiya jinê de hev bibînim û bibim yek. Li ser vî bingehî min di parêznameya xwe de cihekî bilind ji jinê re vekiriye. Parêznameya min ji bo we jinan jî dibe şansê derketinekî. Dibe ku biçe gûhfirebûnê (gûhnedêriyê). Zimanbaziya (lafazanî) çepê di me de gelek xûrt e. Bi zimanbaziyên hêsan ve nayê derbaskirin. Ji vê yekê re bibin asteng. Nîqaşê kur bikin. Ji bo jinê jî mijarekî girîng e. Divê hûn cewherê wê bigirin û pir baş ronî bikin. Pêdiviya we bi lêhûrbûnê heye. Hûn dikarin parêznameyên min bigirin û binirxînin.
Êdî hevdû sûcdar nekin. Di Kurdan de ev hinek heye. Jixwe têra xwe hûn hatine lanetkirin. Qasî çiya xalên we yên lihevhatinê heye. Divê hûn çanda aştî û biratiyê ji kûraniya xwe ve bigirin dest. Aştiyane bûyîn ne lewazbûn e. Kesê ku aştiyê bihêz bigire dest, di bingeh de kesa herî xurt e. Divê şoreşa zîhnî were jiyandin. Helbet wê rexne hebin. Dîroka koletiya jinê ya 5 hezar salî rast hatiye analîzkirin. Bingehên wê yên azadiyê rast hatiye danîn. Hûn dikarin çarenûsa xwe bixwe diyar bikin. Nekevin cudahiyên hestewarî. Dostane, biratî, serkeftinê bingeh bigirin. pêwîst e jin di şoreşa zîhnî de cihê xwe bigire. Divê hûn parêznameyên min li pirsgirêkên xwe wekî xwe pêk bînin. Têgihîna parêznameya min ya dîrok, felsefe û şêwazên li gorî rastiya xwe li hev bînin. Dîroka jinê binivîsînin. Di parêznameyên min de di asta jinê de kûraniyekî mezin heye. Parêznameyên min herî baş jin dinirxînin. Pirsgirêka jinê ne tenê di jina Kurd de heye, jina li Ewropayê jî heye. Ev rade gerdûnî ye. Pirsgirêka jinê, pirsgirêka demokratîkbûnê ya herî girîng e. Heta ku jin nebe demokratîk, civak nabe demokratîk. Nan, av, şeref, jiyan bi vê ve girêdayî ye. Divê hûn perwerdeyên xwe di şaxê mîtolojî, felsefe, zanista dîrokê û hûner de bikin. Bi vê zanînê di roja me de rêxistinên civaka sivîl biafirînin. Divê tevgera jinê bi temamî rêbaza demokratîk ya zagonî bingeh bigire. Ez şervanê tevgera azadiya jinê me. Min bi têkoşîna azadiyê re bersiv da ku bibim kurê dayîkekî baş. Li ser vî bingehî min rêzdarî pêş xist. Min got “zarokê dayîkekî baş wiha dibe”. Pêwîst e trajediya dayîkan bigihînin çareseriya rast. Pêwîst e eniya çanda paş vebikin. Êşa bi hezaran dayîk, qêrîna wan ya can heye. Li Batmanê întîxar hene. Tiştekî hovane ye. Min van pir baş lêkolî. Min di rojnameyê de ragihandina baroya Batmanê xwendibû. Li malê bab jî, li malê zilam jî heman çewisandin hene. Mînak di demên dawî de jinên Amed û Batman vedikolim. Pirsgirêkên jinê yên herî giran hene. Jin cihê çûyînê nabîne, xwe dikuje. Cîhan dest diavêje wan. New York Times jî vê yekê vedikole. Di we de bêwîjdaniyekî mezin heye. Ew mirovên me ne; Şoreşa Jinê Şoreşa Gulêye 7 gelek ji wan jî yarên me ne. Bi hezaran mirovên me yên tî û birçî hene. Gundiyên me hene. Divê we dest biavêta wan. Malbat dikujin, ne yekser ango rasterast. Di vê mijarê de gelek êşên hatîn jiyankirin hene. Divê em navendên ku wan bigire nava xwe damezirînin. Li Ruhayê divê ji bo jinan saziyên azad were afirandin. Dikarin malên wiha vekin. Li benda dewletê nemînin. Dewlet çênake, ji aliyê siyasî ve ne zelal e. Ev întîxar bi me re ji nêzîk ve têkildar e. We di dikarîbû pêşî li întîxara bigirta. Yekîtiya jinê dikarîbû dest biavêta vê yekê. Ew pirsgirêka civakê ne. Pêdiviya wan jinan ya aborî, huquqî hene. Divê hinek dirav (pere) û malên we jî hebin. Gelek komeleyên ji aliyê jinên Kurd ve hatî sazkirin hene. Her roj yekî nû tê sazkirin. Divê li wan deran perwerde bên dayîn. Li Tirkiyê derfetên perwerdê gelek zêde ne. Xwe perwerde bikin. Pêdiviya herkesî bi perwerdeya demokratîk heye. Pêwîst e rêxistinekî we ya banê hebe. Dibe ku gelek komele di bin banekî de bibin yek.”
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/19/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-1/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/20/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-2/