NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amedê navçeya Kayapinar û Yenişehirê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistan, taybet herêma Xakurkê bi çalakiyan ji milê Yekîneyên Tolhildanê yên girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de fîşekên hewayî û bombeyên bi deng hatin bikar anîn.
Ji milê Koordînasyona DGH daxuyanî wiha hate dayin:
10 Tîrmehê saet 22:30’an de Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen li Amedê Yenişehirê li semta Ofîsê li dijî firoşkerên tiryakê çalakiya bi bombeyên deng pêk anîn.
16’ê Tîrmehê saet 23:00’an de Yekîneyên Tolhildana Şehîd Helmet li navçeya Kayapinar ya Amedê li kolana Huzurevleri bi fîşekên hewayî û bombeyên deng çalakî li dijî polîsên dagirker lidar xist. Piştî çalakiyê dijmin herêmê dorpêç kir, Yekîneyên me bi awayekî rêk û pêk ji herêmê derketin.