BEHDÎNAN – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, di 18 û 19’ê Tîrmehê de dema ku artêşa Tirk a dagirker hewl dida leşkeran deyne ser girê Helîkopter ê li Xakurkê, gerîlayên HPG û YJA Starê çalakî kirin. Di çalakiyê de şer derket.
Li girê Şehîd Bêrîtan jî şer derket.
Li gorî agahiyan, di şer de herî kêm 10 leşker hatin kuştin an jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyê û şer de hîn daxuyaniyek neweşandiye.