KOBANÊ – Bi wesîleya 4.emîn salvegera komkujiya Pirsûsê, Ciwanên Komînîst yên Şoreşger bi meşeke meşeleyan şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn.
Endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ji zarokên Kobanê re ku di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bûn pêlîstokan bibin, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de çûn Pirsûs a Rihayê. Ciwan beriya ku derkevin rê li ber Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê daxuyanî dabûn. Lê di encama êrîşa bombeya zindî de ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve pêk hat 33 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Bi vê munasebetê bi dehan ji Gelê Kobanê, zarok û ciwan bi pêşengiya Ciwanên Komunîst yên şoreşger şehîdên komkujiya Pirsûsê bi meşeke meşeleyî bi bîranîn. Di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê, alên ciwanên komunîst û pankartên bi nivîsa “Şehîdên Pirsûsê namrin tu xeyal wê nîvço nemîne” hatin hilgirtin.
Ciwanan li gel meşleyên ku rakirin dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî serok Apo” û “Bimre îxanet” berz kirin. Meşê ji nexweşxaneya Kobanê dest pê kir û heta Parka Şêhidên Pirsûsê ya li taxa Kaniya Kurdan berdewam kir. Paşê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman axivî û wiha got: “Em di destpêkê de sersaxiyê ji malbatên şehîdên komkujiyê re dixwezin û em wan bi bîr tînin. Ciwanan dixwestin ku berê xwe bidin Kobanê ji bo ku zarokan kêfxweş bikin û ji bo wan xwstibûn pêlîstokan bînin, parq û dibistanan ava bikin. Lê êrîşî van ciwanan hat kirin. Em vê êrîşê şermezar dikin.”
Her wiha Li ser navê Kongreya Star jî Peyman Aydin axivî û wiha got: “Em qetilkirina ciwanan ya hovane şermezar dikin. Divê ciwanên tevahî Kurdistanê tola van ciwanan hilînin. Bi taybet Gelê Kobanê daxwaza wan şehîdan bi cih bîne. Em ji bo şehîdên xwe dibêjin rehet razên ji ber ku em ê tola we hilînin û xeylalên we bi cih bînin.”
Meş bi dirûşman bi dawî bû.