NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya ANF’ê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li bajarokê Şêladizê du girên din radestî artêşa Tirk a dagirker kiriye.
Îro PDK’ê li bajarokê Şêladiza a ser bi parêzgeha Dihokê du girên din ên binavê Girê Mirwasye û Girê Kepkî Kejwê radestê artêşa Tirk a dagirker kiriye û leşkerên Tirk li ser wan giran bicih bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye di hefteya derbasbûyî de jî PDK’ê Girê Rebie li Şêladizê û Girek din li komelgeha Sîrê ya serbi Şêladizê radestî artêşa Tirk a dagirker kiribûn.
Li gorî heman nûçeyê hate gotin ku ji bo leşkerên Tirk werin parastin ji hêrsa xelkê Şêladizê, PDK’ê dinavbera Şêladiz û Dêrelokê de rêyek qaçax ji bo leşkerên Tirk çêdike. Herwiha hemû makîneyên kar ên ku pê rêya qaçax tê çêkirin jî ji Tirkiye anîne, kesên ku van makîneyên kar jî bikartînin alîgirên PDK’ê ne.