NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku artêşa dagirker a tirk (TSK) di nava “operasyonek taybet” a li dijî Herêmên Başûrê Kurdistan, Rojava û Şengal amadekariyê befirehkirina dagirkeriya xwe dike. Tê gotin amadekariyê vê operasyonê êrîşek hemwext a li dijî Rojava ye. Hat zanîn ku biryara zextên li dijî Şengal û Rojava bên zêdekirin hatiye girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, TSK’ê li ser sînorê Bajaroka Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê sewqiyata eskerî pêk tîne û cerdevan jî di nava vê sewqiyatê de ne. Hat zanîn ku amadekariyên “operasyonek taybet” a li dijî herêma Barzan ya bi ser navçeya Sorana Hewlêrê de tên kirin. Tê gotin ku armanca operasyonê ew e ku eskeran li herêma Goşînê ya dikeve navbera Xakûrkê û Xinêrê bicih bikin û hat zanîn ku tê xwestin “derbeyek giran li PKK’ê bixin.”
OPERASYONEK HEMWEXT
Hat diyarkirin ku bi vê operasyonê dixwazin bi awayek hemwext êrîş li dijî Rojava jî pêk bînin. Ev demeke li ser sînorê Rojava li navçeyên Rihayê sewqiyata eskerî tê kirin.
ZEXTÊN LI DIJÎ MEXMÛR Û ŞENGALÊ
Li gel van geşedanan tê payîn êrîşa li Hewlêrê bikin hêncet û li dijî Mexmûr û Şengalê jî zext bên zêdekirin. Hat ragihandin ku rayedarên Tirkiyeyê bi rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne û biryara “zêdekirina zextan” a li ser Mexmûrê û Şengalê pêk bînin.