NAVENDA NÛÇEYAN
“Niha dema ku mirov li sîstema împratoriyeta Osmaniyan mêze dike, dibîne ku di nava siyaseta dewleta Tirk de rol û misyona jinan tuneye, lê di nava qesrê wan de bi hezaran jin (weke cariye) hene, her wiha hevserên padişahên wan hene. Ya balkêş û zû zû nayê zanîn çiye, li her derê li her netewê de jin û cariye anîne ango xwastine û bizor jî be anîne. Lê mabesta wan ji anîna wan jinan û bi taybet jî ji netewên din çi bu? Siyaseta wan ne ji bo pêşxistina jinan e an jî xistina nava siyasetê ye, dibe ku ji bo siyaseta dagirkirin û fetih kirina welatan bû, bi taybet jî anîna jinan li Netewên cuda ji bo ku bi ziravî wan asimile bike û bi rêya wan jinan hedî hêdî Netawa vê jî ji binî ve ji holê rake, bike Tirk an jî xulamê Tirkan û gelek şêwazên bi vî rengî…
Weke din jî baweriya wan bi vê hebû ku jin dikare wefadar bimîne û xirabî nake, vê rastiya jin pir baş dizanin û herî zêde jinan dikin payeyê esasî yê dewlet û împaratoriyeta xwe. Lê wisa nişan didin ku qaşo cî dane jinan û mafê wan naskirine, lê jin bi nezanbûna xwe her tim qomplo kiriye û mêr daye kuştin, qisqanc – hesud bûye, her bûye sedema qirêjiyan. Ji bo ku civak û dîrok jî wiha behsa jinan bike, her weke sîstema bi hezaran sala a dewletan. Lê ya rast ev buye ku êdî ev jinan bûne jinê desthilatdariyê, ji bo vê jî erka wan pêk anîna wan mijarên ku me behsa wan kiribun.
Dema mirov dîroka dewleta Tirk li Osmaniyan heya li hikumeta M. Kemal bigire heya AKP-Erdogan bi awayek pir xirab kole kirina jin û bê rûmet kirina vê her çûye gihîştiye lutkeyê. Serdeme hikumeta M. Kemal jixwe li cîhanê tevgerên jinan deng dabûn û bi pêşengtiya jinan gelek rêxistin û çalakî dihatin kirin, fêmînîstan serî hilda bûn û di pêşengtiya hindek jinên navdar ev tevger li her deverê Rojhilata Navîn û li dinyayê belav bibûn. Hindek kesên Tirk dibêjin jin heya vî çaxî pir jixwe bawer nebû bikeve nava siyasetê, lê M. Kemal vê ya şikand; nabêjin jin jixwe bawer bû, lê dewleta Tirk di nav da hemû dewletan û sîstemên zilamê serdest her jin weke kêm aqil nişan dan û gotin noqsan e û nîv însan û wek zayenda dûyem nîşan dan. Siyaset ku hûnera birêvebirina xwezayi a jin bû jê standin û xistin xizmeta xwe û ji jin re gotin tu nikarî siyaset bikî, her çu jin jê xerîb ket û dûr ma.
Dema ku M. Kemal dît ev tevger wê li Tirkiyê jî serî hilde hin jin xistin nava siyaset an jî kar û barên xwe da ku bibêjin jin jî di nava siyaseta dewleta me heye û pêşî jî hin tevgerên jinan girtin. Eviya jî beşek ji siyaseta wan a taybet bû. Lê jin bû navê valakirin û bi şekil jin; bi naverok jî zilam ava kirin. jixwe M. Kemal bi nêzîk buna xwe ya xirab bû sedem da ku hevjîna wî Latîfe Uşak bikeve bunalim – goşe gîr bibe. Her wiha feraseta wî a li hember jin kûr kirina koletiya jin bu. Wî jî dixwast ku berdewama jinên li qesra Osmaniyan çêke û bide berdewam kirin. Vê ferasetê eciband û xist meriyetê; lê bi rêbaz û şêwazên xwe û li gorî serdema ku di navde dijiya dixwast ku nêzîk bûn raber bike.
Merîfeta M. Kemal jî ku him zanayê wan behs dikin bi vî rengî bû.
Li Tirkiyê hin kesayetên weke Tansu Çîller hene ku hatine ser hikumetê û bi tîp jin; lê bi ruh, zîhîn, feraset, hebûn tevahî hatiye vala kirin û hêza vê bi awayek pir xirab hatibû bi kar anîn, armanca wan ew bu ku bi destê jin civak û tevgerên azadiyê bidin tune kirin. Tansu Çîller berdewama jinên li qesra Osmaniyan e. Jinek weke Tansu Çîller kirin mînaka ku qaşo jin di rastiya xwe de eviyaye. Dema ku mirov di serdema hikumeta Tansu Çîller mêyze dike pir bi awayek hovane li ser civaka gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê çû û qirkirinê mezin çêkirin. Hêzên hegemonîk bi zanebûn Çîller erkdar kirin û bi destê wê li hember tevgera azadiyê bikar anîn. Li jêr navê şerê li hember PKK dagir kirn û qirkirin li her derê hat ferz kirin.
Armanca wan û pilanê wan ev bû, li hember fikir û felsefa Rêber Apo û bi taybet jî li ser azadiya jin pêşxistina tevgera jin, ev pêngav hat avêtin. Li dema Çîller de şerê taybet ya bi çek kirina jinan, weke qorîcî(cehş) pêş ket. Bi navê cîh û maf dayina jinan di nava kabîna hikumeta xwe, jin xist xizmeta feraseta îslama siyasî û îxtidara zilam. Tu tiştek ji bo civaka Tirk û siyaseta wê, her wiha jinan û xwezaya Tirkiyê nehat kirin. Tansu Çîller bi koletiya ku ji bo desthelata hakim kir bi hêrseke mezin erişî derdora xwe kir. Çavê xwe ji siyasetmedar, zana û kesîmên demokrasîxwaz girtin û li bin navên cuda cuda ji holê rakirin. Failê meçhul di serdema hikumeta Tansu Çîller de gîhîştin lutke. Kuştinên jinan û ferz – sepandina zewaca jinên biçuk hw.
Ev rastiyeke ku bi hezaran sale li ser çand, jiyan, îradeû hemû nirxên mirovahiyê bê navber êriş hebû û heye. Heya dawiyê jin di nava koletiyê fetisandine û difetisînin, lê niha tenê li çarçoveya xeta AKPê a ku bitaybet şerê xwe yê taybet li ser jin kiriye armanc û bi rê ve dibe. Di roja me ya îro de li hember felsefeya azadiya jin, ya ku Rêber Apo bi kok û dîrokê girtiye dest û dîroka zilamê serdest û qirkirina li ser jinê eşkere kir û careke din ruhê jin û xwedavenda azad avakir, dike.
Li hember xeta jina azad, AKP û Erdogan xeta kûrkirina koletiyê, jin kirine amûra sîstema xwe ya şerê taybet li hember civak û mirovahiya bi pêşengtiya jin ya li nava tevgera PKK de pêşdikeve û gihiştiye lutke.
Dema ku mirov li siyaset û qirkirina hikumeta AKP’ê mêyze dike, tê dîtinn ku ev feraset di ferqa hêza jin nîne û birastî jî jin hêza bingehîn a hemû qadên jiyanê nabîne. Lê ya rast ewe ku Erdogan him di hikumeta xwe û him jî di siyaseta xwe de bi hebûna jin birêve diçe û xwe nû dike. Bi vî rengî dikare civak û malbatan heya astekî li derdora xwe kom bike. Dema ku em vê dibêjin nayê vê wateyê ku hêza jin rast kanalîze dike û di nava siyasetê de cîh dide jinan. AKPê bi bikaranîna hêz û îradeya jin ya ku girêdayî nirxên civakêye serdestiya mêr bihêz dike. Ji ber ku him bi rêya ol(dîn), him jî bi rêya welatparêziyê jin dike xizmetkarek heqîqî û bi kok a deshilata xwe. Bi navê azadiyê rumeta jin di nava siyaseta xwe de tune dike, bi navê wekheviyê jin li meclîs û qadên ku siyasetê eleqedar dikin dike amûra berdestka mêr.
Bi hatina Erdogan li ser hikumetê jî mirov dibîne ku rêbaz anîn û kirina serok komar jî weke ya Tansu Çîller e; ji ber ku nav diguherin lê feraset yeke û mebest jî berdevam kirina hikumet û devleta li serdema Osmanî heya roja îro ye. Kole kirin û entrika kirina jinan di nava qesr û devletê jî heya hikumeta niha li ser kar a Erdogan gihîştiye asta herî bilind. Ji ber ku di hikumet û feraseta xeta Erdogan a kole kirina jin di nava mal û qada siyaset û civakê, weke model jin Emîne û herdu keçên wê hene, her wiha Fatma Şahîn û çendîn jinên din hene. Li siyaseta Erdogan ya avakirina sîstema îslama siyasî de, rola taybet û bingeh Emîne û keçên wê hene. Hemu kar û barên hikumeta Erdogan di nava jinan û civakê de ew bicîh tînin. Emîne bi derxistina modêlên cil û anîna zarok û heya qirikê jin fêrî îtaeta destura zilam kirinê de, roleke sereke dilîze. Ev jî ne tenê li Tirkiyê ye, dixwaze li hemu Rojhilata Navîn belav bike û li hin deveran bi rêya siyaseta devlet û hikumetên van welatan belav kiriye jî.
Niha Emîne weke Hurem û Tansu Çîller û ji van jî xirabtir rol dilîze. Di nava qirêjiya îxtidarê fetisiye û nefesa ku dide distîne jî bêhna dayîkbun ango jinbunê jê nayê, bitemamî buye qiralîça îxtidara Erdogan û hikumeta wê. Ji bo wê jî em nikarin bêjin di nava dewleta Tirk de jin heye, ya heyî jixwe me dadestnîşan kirin, û me xwast bidin zanîn ku ne jine.
Bêguman jinên ku temsîla rast û pêşengiya civak û rumeta xwe kirine jî hebûn û hîna jî hene. Ger ku ev jin û dayik nebûna, niha civaka Tirk bi tevahî winda dibû.
Di beşên din de emê rola jin a di xeta Erdogan a di nava mediya bidin raber kirin.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê