ÇARDÊRAN – Li bajarê Çardêranê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberekî din jiyana xwe ji dest da.
Hêzên rejîma Îranê li navçeya Qelengîr a bajarê Çardêranê gule li komeke kolberan reşandin.
Hate ragihandin ku di encama êrîşê de kolberê bi navê Mîlad Hisên Zade jiyana xwe ji dest daye.