KOBANÊ – Çalakiya mertalên zindî a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Ji 17’ê meha Tîrmehê ve bi sedan şêniyên kantona Kobanê li ser sînorê Bakurê Kobanê dest bi çalakiyên mertalên zindî kirin.
Konê çalakiyê li gundê Qeremoxê nêzî sînor hatiye vedan û di roja 6’emîn de didome. Çalakiya îro ji aliyê Kaniya Kurdan û Şehîd Ebdu û Şehîd Kawa ve hate dorgirtin. Bi sedan kes herikîn bin kon û nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan.
Di bin kona çalakiyê de pankartên “Ji dagirkeriya faşîst re na” û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin daliqandin.
Çalakiyên mertalên zindî yên bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiye yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo û Girê jî didome û seranserî Bakur û Rojilatê Sûriyê çalakiyên nerazîbûnê têne lidarxistin.