HEWLÊR – Hat angaştkirin ku Mazlum Dag ê ku têkildarî bûyera li Hewlêrê hat binçavkirin dê radestî Tirkiyeyê bê kirin.
Li Hewlêrê di 17’ê tîrmehê de li restoranda bi navê Huqqabaz êrîşek çekdarî pêk hatibû. Di êrîşê de Osman Kose yê li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlerê wezîfedar û 2 kesên din jiyana xwe ji dest dabûn. Hat angaştkirin ku Mazlum Dag ê têkildarî êrîşê hat binçavkirin dê radestî Tirkiyeyê bê kirin.
ANGAŞTA MÎT BEŞDARÎ DARIZANDINÊ BÛYE
Hat angaştkirin ku 18 serçeteyên MÎT’ê ji bo bûyerê ji Tirkiyeyê çûne Hewlêrê û tev li darizandina Dag bûne. Hat zanîn ku serçeteyên MÎT’ê ji bo Dag radestî Tirkiyeyê bê kirin bi rêveberiya hikumeta herêmê PDK’ê re hevdîtinan pêk anîne.
Derbarê kuştina Kose û 2 kesên din de heta niha kî an jî kê kiriye nehatiye eşkerekirin. Daxuyaniyên partiyên siyasî yên Herêma Federe ya Kurdistanê, rayedarên hikumetê û asayîşê û nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin li hev dernayên û bi nakokî ne.