ÇEWLIG – Li Çewligê polîsên dagirker avêt ser malan û di serdegirtina malan de 8 endamên KCD’ê û KÎD’ê binçav kirin.
Li navenda Çewligê serê sibehê polîsên dagirker bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mehmet Zekî Ergul, Erdal Evren, Mehmet Ozdemîr, Ahmet Erdogmuş, Asiye Ulker Kiliç, Asif Yanilmaz, Ozkan Candan û endama Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Hatîce Kavran hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Çewligê.
Sedemê binçavkirinê nehat zanîn. Hat zanîn ku biryara binçavkirinê derbarê Halîme Aksoy, Emîne Kaya û Hayriye Sari de jî heye û ji bere ew ne li mal bûne nehatine binçavkirin.