BRADOST/BÎNARÊ QENDÎL – Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk didome. Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê ve li Bînarê Qendîlê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Komek ji çalakvanên Meralên Zindî ên li Qendîl di 24’ê Hezîranê ji bo befirehkirina çalakiya xwe derbasî Bradostê qada şer ya germ bûn. Îro çalakiya ciwanan ya Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê di roja 38’emîn û ya li Bradostê di roja 28’emîn de didome.
Dewleta tirk a dagirker bi êrîşên hewayî û operasyonên xwe jiyana gelê herêmê xistiye bin xeteriyê. Heta niha di bombebaran û topbaranên dewleta tirk û Iranê yên dagirkeriyê de gelek sivîl hatin qetilkirin, yan bi giranî bîrîndar bûn. Ciwan li dijî wan êrîşên dagirker xwe kirin mertal û li dijî dagirkeriya dewleta tirk û Iranê helwest nîşan didin.
Çalakvan rojane bi plansaziyên cuda cuda roja xwe derbas dikin. Her wiha serdanên ji bo çalakiyê ji milê Welatiyan, Eşirêtên herêmê û Pêşmergeyên Dêrîn rojane çêdibin.