NAVENDA NÛÇEYAN – Bertekên li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Bi vê boneyê 3 rêxistinên Yekitiya Lawanê Demokratîk ya Cîhanê, yên bi navê ‘Sekreteriya Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Iraqê, Sekreteriya Yekîtiya Ciwanên Kurdistan-Iraq, Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Xwendekarên Komara Iraqê’ yên li Herêma Kurdistan û Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta Tirk şeremzar kirin.
Di daxuyaniya her 3 rêxistinan de tê gotin ku dewleta Tirk bi awayek ne berpirsyar û bê ku guh bide yasayên navnetewî, bi hêceta hebûna PKK’ê gund û herêmê bombebaran dike. Herwiha hat diyarkirin ku ev êrîş li dijî peymana Neteweyên Yekbuyî ye.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Êrîş dibin sedemê şehîdbûna zarok, jin û ciwanan. Herwiha bûye sedemê penaberbûna niştecihên herêmê û ziyanek mezin daye cotyaran. Em van êrîşane şermezar dikin. Em bang dikin daku pirsgirêk bi guftugo û aştiyane werin çareser kirin.”