RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Weke peyva dawî, azadî û şerefa we çi pêwîst dike, ez dixwazim diyar bikim, hûn di girtina wê biryarê de azad in. Dibe ku ew bibe biryara şerekî bêhempa, dibe ku bibe biryara aştiyê jî. Lê ez bawerim hûnê yê herî rast bikin, bi mîsogerî yê ji bo berjewendiya tevayî mirovahî û gelê me pêk bînin; bi biryariya we ya azad û aştiya birûmet ve, ji kîderê û bi kîjan hêzê werin jî, li hember hêzên îmhayê hûnê heya dawî amadekar bin û hûn di vê hêzê de ne ku dikarin biryariya şerekî ku yên hatîn poşman bikin bigirin. Li ser vî bingehî ez dibêjim, divê hêzên we yên parastina rewa ya spartî hêza xwe ya cewher hebin. Ji vir û pê de her tişt ku hûn gelek caran dibêjin, helwesta we ya “soza me wê bibe kiryara me” diyar bike. Dîsa divê ez diyar bikim, her tişt ji bo wate dîtina vê peyvê û jîndarbûna vê pêyvê, we neçar dihêle. Ji ber pêwîstiya biryariya we, şert e ku hûn amadekariya her cureyî bikin, nekevin bêhayiyê (xeflet) û pêwîst e mirinên ne di cih de, ji çarenûsiyê derxînin.
Van xakan çawa ku xwedawenda dayîk afirandiye, niha jî wê jina azad biafirîne. Hewldanekî cesur û xweşik e. Bixwe bawer bin. Xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Hîç pêwîst nake hûn li hember êşan birûxin. Pêdiviya we mezinkirina rêzdarî û hezkirinê heye. Di bûyera azadiyê de xwe biparêzin. Di warê xwedawendên dayîk û dildariyê de, bi hêza azadî û wekheviya ku hezaran sal dayîn windakirin ve, di xebat û şerê eksena jin de, ez hêvîdar û bawer im xweşikayî û jîrî, wê ji nû ve bê afirandin, yên heyîn qasî ku peymana civaka nû jîndar bike wê bigihîje hêza xwe ya cewher. Mîsoger e ku di rêhevaltiya jinê ku bi hezkirin û rêzê ve dagirtî de ezê heya nefesa xwe ya dawî, weke karkerekî yê dildariyê, îdîa û hewldana xwe bidomînim. Qasî wate bidin û qasî pêdiviyên wan heyî, ez rêhevalê jinan im û mîsoger e ku ezê her wisa bimînim.
Di dema pêş de nêzîkbûnên di astên wêjeyî (edebî) û felsefî de ezê hewl bidim ku alîkariyê bidim. Lê cewher hatiye pêşwaz kirin. Wekî ku di rêhevaltiyê de, di jiyana azad de, di ola xwedawend de û yên rêzdariya wan li hember dildariyê heyîn de, di şehîdên wê yên rûmetdar de jî hatiye selmandin (îspat kirin) ku, ev cewher nemiriyê bidestxistiye, tola xwe ji koletiyê, ji jina bêhn ketî û zilamê serdest ya qîrêj hildaye û heya serfiraziyê hîn jî wê hilde û serbikeve. Ez bi vê boneyê hêvî û daxwazên xwe jî diyar dikim. Ez bawer im hûnê serkevin, li ser vî bingehî ez we pîroz dikim, silav û hezkirinên xwe rê dikim û vê kûlîlkê ji bo tevahî jinan dişînim.
Pêwîst e dîyalektîka min baş têbigihîjin. Şûna bi têgehên felsefî, ez dixwazim bi zimanê gel vebêjim (îfade bikim). Mixabin hûn zêde zimanê felsefî nizanin. Ji ber vê yekê ezê hewl bidim bi zimanê axaftinê vebêjim. Lîstika li ser me tê leyîstin ew e: Em bêjin civaka Kurd, gelê Kurd, Kurdistan dayîka me ye. Komplosaz hene. Di nav van de Amerîka, Rojava, zordarên Rojhilata Navîn, heta hevkarên Kurd jî hene. Ew bi zorî, bi entrîka ji aliyê me ve azadkirina dayîka me ku weke malê xwe dibînin, nikarin daqurtînin (bipejirînin). Ji ber ku li gorî van dayîka me, malekî ji aliyê herkesî ve tê bikaranîn e. Vê taybetmendiya min ya ku li ber radibe, min berê jî vegotibû. Dayîka min kifş kiribû. Aliyekî min ya wiha her hebû. Dayîka min dixwest quralên hişk bîne lêgera min ya jiyanê. Taybetmendiya ku di min de dît, li gorî xwe tedbîrên xwe digirt. Hevalên xwe ez bixwe hildibijêrim. Hem keç, hem zilam. Min meseleya Hasan Bîndal gelek vegot, ez qalê nakim. Di nava gund de wiha me. Li gorî quralên wan, di heft saliya xwe de hûn nikarin hevalên xwe hilbijêrin. Lê bê ku cewaziya yar-neyar bikim, divê min li gorî daxwaza, hevalê xwe hilbijartiba. Lê wê (dayîka min) bi dijmin re hevaltiyê nedixwest. Pevçûna me ya destpêk wiha dest pê kir. Ya yekem ev e. Ya duyem jî; ne li gorî daxwaza wan, min dixwest li gorî daxwaza xwe bigerim. Ez derdiketim çiya û mêrgan. Ji min re digot; “tu nikarî li gorî daxwaza xwe bigerî”. Min jî digot; “na”. Mala me yek qatî bû, cihekî vê ya tarî hebû. Axur bû, min bir wê derê, weke ku bi darve dike, bi awayekî ku bê nefes bihêle, sê car qirka min diguvaşt û berdida. Digot; “tu car din nakî, ne?” Lê min jî rêyekî didît û weke gule ji destê wê direviyam. Çîroka min ya îdamê ya destpêk wiha dest pê kir. Çîrokekî îdamê ya 45 salî ye. Piştre jî ji min re digot; “tu pir dixebitî, derdorên te sûd ji te bigirin, di encam de tu tenê bimînî”. Niha em mînaka xwe bidomînin. Dayîk bû Kurd, bû giştî. Hat rewşa rastiyekî fenomen (bûyer). Pozîsyona min azadkirina dayîkê bû. Çi bû? Komplo çêbû. Me xwest bi jinê, bi dayîkê biguherînin. Zilam bûyê biyanî, xiyanet kiriye. Hem ji aliyê polîtîk, hem çandî ve. Dayîk her çiqas kêm jî be çand parastiye, nûnertiya çandê dike. Girêdana wê xurtir e. Lêgera min ya azadiyê, destpêkê feodalên Kurd ferq kirin. Piştre hêzên derve. Yanî Rojava, Amerîka û herî dawî Clînton ketin cewaziya vê, dest avêtin. Ev ne bûyerekî ji rêzê ye. Piştî salên 90’î bûyera herî girîng ya polîtîkaya Amerîka ye.
Ez hewl didim ku çanda xwedawenda dayîk ji nû ve zindî bikim. Koka wê quntarên Toros-Zaxrosê ye. Çanda xwedewenda dayîk çanda me ye. Çanda Îştar-Înana, çanda jinê ya klasîk e. Stêrk tên warê xudaya. Di kolanên li Çatalhoyukê hatî kirin de tevayî peyker (heykel) jin in, ev derketiye holê. BZ. salên 4000-2000’an, êdî dema ku têgihîna civaka serdestiya zilam rûniştiye. Dema ez dibêjim; “divê malên azadiyê bînin warê perestgehan (tapinak)”, bila şaş neyê têgihîştin. Her yek ji wan sembolekî ne. Perestgehên azad ya jinê, malên azadiyê…
Ez jinan li sê koman parve dikim. Yên ku alîgirê hilbijêrka azadiyê ne, ez wan weke neviyê xwedawenda Îştar dinirxînim. Xwedawenda Îştar di bingeh de Kurd e. Peyva Star ji wir tê. Qralên Hîtît jî girêdayî wê bûn. Li ser navê wê qraliyê dikirin. Di Sûmeran de Zîggurat hene, her çiqas jin di wir de hatibe xistin jî, li gorî jinên din pêşniyar nakim, lê pêwîst e azadiya jinê wê di wir de baş bibînin. Ew jinên xwedawendê ne. Rastiyekî ya azadiyê jî heye. Hûn dizanin malê taybet, malê giştî ji wir tê. Yek jî di Xirîstiyaniyê de rêxistina rahîbeyan heye. Pêwîst e rastiya rahîbeyan baş binirxînin. Îro di pêşketina civakên Ewropa de, vê rola jinê girîng e. Di civakên Îslam de ji ber ku ronîbûna jinê bi vî awayî jiyandin, di mercekî pir paşdemayî ye. Ez nabêjim bila bibin rahîbe, ez jiyana rahîbeyan li ser wan ferz nakim. Di vir de yê herî girîng, têgihîştina xwedawendbûn, rahîbetî û azadiya jinê ye. Bila azadiya mîsoger bingeh bigirin. Ew bi vînên xwe yên azad ve tên. Ew yên ku alîgirên azadiya mîsoger in. Wê bi vînên xwe yên azad û hilbijarkên xwe yên azad ve bixebitin. Ew vîn, zanebûn, hêza mezin pêwîst dike. Ew neviyên Îştar in.
Koma duyem, komên perwerdevan in, karê wan tenê perwerde dayîn e. Wê bixwînin, lêbikolin, perwerde bidin. Weke teorîk-kiryarî pêş bikevin. Dikarin ji vê yekê re bêjin “talûb” jî, tê wateya şagirt.
Koma sêyemîn; dikarin li gorî mîrasa Zerdeşt pevbijîn. Hûn dizanin, di kevneşopa Zerdeştî de pevjîna spartî vîna azad heye. Zerdeşt pevjînekî baş ji bo ji jinê jî, ji bo zilam jî datîne. Divê rêbaza pêxember Zerdeşt bingeh bigirin; heskirin û rêzdayîna beramberê hev. Pevjînên ku niha tên kirin, ez li dijî vê me. Ev rêbaza Ereban e, ez li dijî pevjîna Ereba me. Lê ne li dijî pevjîna azad ya kevneşopa Zerdeşt im. Ev bi têgihîştina azadiyê ya beramber çêdibe, divê li ser bingeha azadiyê çêbibe.
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/19/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-1/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/20/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-2/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/21/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-3/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/22/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-4/