KOBANÊ – Li dijî gefên dewleta tirk a dagirker gelê kantona Kobanê di roja 6’emîn de li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistan çalakiya xwe ya mertalên zindî li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomînin. Beşdarvanên çalakiya Mertalên Zindî gefên dewleta tirk û çalakiya xwe ji ajansa me re nirxandin.
Rêveberiya Çand û Huner ya bajarê Til Xezalê Firyal Temo di derbarê çalakiya mertalên zindî de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Mexmûr û her çar parçê Kurdistanê şermezar dikin, bi rihê Ciwanên Kobanê çi erk bikeve li ser milê me, em ê pêk binin. Banga me ji bo tevahî Ciwanên Kurdistanê heye ku bi erke xwe rabin û xwedî li axa xwe derkevin li dijî dewleta Tirk a dagirker rabin.”
Her wiha Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mehmûd jî nerînên xwe anî ziman: “Wek ku tê zanîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser her çar parçê Kurdistanê heye. Em jî wek Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êşrîşên dagirkeriya dewleta Tirk me çalakiya Mertalên Zindî daye destpê kirin û Çalakiya mertalên Zindî di roja 6’emîn de ye. Armanca me ew e ku em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Rojavayê Kurdistanê asteng bikin û li dijî vê derkevin.”
Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wek Ciwanên Kobanê vê xiyaneta PDK’ê bi tundî şermezar dikin û ev sînorê ku dagirkeriya dewleta Tirk daniye em wek Ciwan bi hêza xwe em ê parçe bikin.”
Di heman demê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Teymor Mistefa der barê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk nerînên xwe anî ziman û got, “Em wek Jinên Ciwan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin heta ku yek jineke ciwan heye dewleta dagirker a Tirk nikare derbasî axa me bibe. Çawa ku Arîn Mîrkan nehişt ku Kobanê tekeve destê dijmin, em jî wek Arîn Mîrkan xwe bikin mertal û êrîşên dijmin vala derxin.”