ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) li gundê Borik a Şengalê di nêzî salvegera fermanê de ji ciwanan û gel re seminerek lidarxist û sînevîzyon hat temaşekirin.
Semîner li gunde Borik di meclîsa gel de seat di 19:00 de bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir. Di semînerê de bi dehan kes amade bûn. Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî Harûn Şengalî axivî. Şengalî diyar kir ku ji bo careke din ferman neyên ser ê gelê Êzidî pêwistî bi rêxistinbuyin û tîfaqa gelê Êzidî heye. Şengalî bal kişand ser sedemên fermanê û got ew kesên ku Şengalê bêparastin hiştin rê dan vê fermanê. Piştî axaftinê sînevîzyonek der barê fermanê hate temaşekirin.
Semîner bi sloganên “Şehîd namirin û Bijî Serok APO” bi dawî bû.