NAVENDA NÛÇEYAN – Roj bi roj hebûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, zêde dibe. Bi vê yekê diyar dibe ku herêmên dagirkirî ji bo çeteyên DAIŞ’ê herêmên ewle ne.
Çavkaniyan ji Cerablusê wêneyek bi rê kir ku tê de ala çeteyên DAIŞ’ê li ser erebeya çeteyê bi navê Ebû Haris Biqris heye. Çeteyê navborî girêdayî koma çete ya bi navê ‘Şuhade Şerqiye’ ye.
Heman çavkaniyan ragihand ku DAIŞ’ê bi navên cuda li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, hene.
Çete Ebû Haris ji gundê Biqirs e ku 40 km li başûrê rojhilatê Dêrazorê dikeve.