RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
Pêwîst e têgehên di wir de hûn nîqaş bikin. Min gotibû malên jinê azad, perestgehên jina azad. Pêwîst e hûn li ser wan têgehan hûr bibin. Min gotibû pevjîna Zerdeştî. Divê li ser vê 5-10 pirtûk were lêkolan. Ramanên min ya li ser pevjîna Zerdeştî divê bikin pirtûk. Bisînor jî be li hember koletiya jinê derketinek heye. Pevjîna ji koka Samî bi kiryarî jinê kir kole. Min di parêznameyên xwe de jî vekiribû. Di bingeh de azadiya jinê ji ya çînan jî kevintir e. Hûn dizanin çîna destpêk jin e. Ereb û Cîhû (Yahudî) jî tê de ne. Di Îsa de nirx dayîna jinê hinek heye. Min gotibû rahîbe. Ew 12 hezar sal e hewl didin da ku xwe perwerde bikin. Jinan perwerde dikin. Min dîroka jinê ya 5 hezar salî vekir. Pêwîst e hûn xwe gelek perwerde bikin. Ji serî heya neynok ez dibêjim “perwerde”.
We biryarên xweşik girtine. Di meclîsa PJA’ê de dayîkek jî cih girtiye., tiştekî erênî ye. Silav û rêzên xwe ji we re radigihînim. Lê biryar girtin ne bes e. Her yek ji wan meseleyek ya rêxistinê ye, divê bi rêxistinê were tackirin. Kîryarî wiha çêdibe. Bila ji siyaset heta aboriyê xwe rêk bixin. Nabêjim bila ji zilam cuda bibin, lê hêza xwe baş rêk bixin.
Niha bi kurtayî tiştekî din bêjim. Lê di serî de divê mesela namûsê rast were nasîn. Min ji ber vê yekê xwest jina Kurd rakim ser piyan. Mêrik hem te dikuje, hem jina te, keça te nizanim çi dike û piştre dibêje ez axayê te me. Dema bi keçan re diaxivîm, ji bo ku şaş tênegihîn min mînakên dayîka xwe didan. Zilam hem can, mal û tiştê min ji destê min digire û piştre bi diya min re pevdije (dizewice). Ger tu her tiştî min ji destê min digirî û dikujî, tu çi ji dayîka min dixwazî. Ez wiha vekim, ez kûrê baş yê dayîka xwe me. Tu hem min dikûjî, dayîka min re pevdijî, dibî axa, mîrasa dayîka digirî. Li gel me meseleya namûsê ev e. Di serî de divê ev were kirin. Ger hûn vê yekê çareser nekin, wê kedên we vala biçin. Hûn çiqasî hewl bidin, wê hindek werin li ser rûnin. Pêşmerge dibêjin “em herin keçên PKK’ê bibin. Nêzîkbûnên wan li holê ne. Tu wê bi wan re parastina çi bikî? Keçek hebû, Berîtan. Ji bo xwe radestî paşverûtiya Kurdan neke, xwe li ser zinaran avêt. Li gundek nêzîkî Karakoçanê bû. Pêşmerge li ber digerin û dibêjin: “Teslîm bibe, em tiştek li te nakin”. Xeta azadiyê ku ez bingeh digirim ev e. Lê wê xwe radestî paşverûtiyê nake. Azadiyê bingeh digire. Parastina rûmeta azadiyê ya wê keçê, deynê li ser stûyê me ye. Ev rêgeza min e. Ez Berîtan wiha dinirxînim. Vê yekê baş ragihînin. Cara yekê ye ku wiha tînim ziman. Piştre bi rengê nameyekê emê vekin.
Tesbîtekî yê nivîskarekî İngilîz hebû. Ez bawerim dikeve rewşekî zor. Keça Kurd ya li gel wî, wî ji vê rewşa zor rizgar dike. Nivîskar li ser vê bûyerê wisa dibêje. “Piştî ku min vê tevgerîna jina Kurd dît, min bawerî da ku jina Kurd dikare her tiştî bike”. Îngilîz mirovên biaqil in, wisa ji xwe ve nabêjin. Ez jî bawerim jina Kurd şeref û azadiyên xwe bi dest bixin. Ez bawer dikim, her tişt wê ji destê jina Kurd were. Hûn li welata xwedawendan dijîn. Ez ji we bibawer im nekevin nava şaşiyan. Hûn dibêjin em bi te ve girêdayî ne. Wisa ne hêsanî ye. Ez bawer im, hûn zorê serbixin. Me pêşiya jinê vekir, derfeta azadiyê afirand. Divê hûn binirxînin. Bi tu awayê din namûs, jiyan nabe.
Min bihîst kulîlkê min şandî gihîştiye, bi coş hatiye pêşwazkirin. Me ji bo vê li vê derê bi rêveberiya (îdare) re gelek vecelîd (cebelleştik). Weke “te çawa şand” ew kirin, gotin “qedexe ye, fîlan û bêvan”. Kulîlkên mayîn jêkirin. Kulîlk sembolek e, yê girîng pêkanîna kulîlkvedana jinê ye.
Kûrbûna xwe bidomînin. Divê hûn bi hêzên demokrasî yên li Tirkiyê bi têkilbin. Tiştên ku hûn di wê qadê de bikin, pêwîst e hebe. Ez bawer im hêzên jinê bi hêz dibin. Ji nîşka ve pêşketin çênabe. Dînazorên 5000 salî ji nîşka ve naguherin. Divê hûn bawerî bidin hêza xwe ya cewher. Divê hêzên wê yên rewa hebin. Ez nabêjim bibin wek rahîbe. Lê azadiya xwe kîp himbêz bikin. Divê hûn kedê bidin, bi hedar bin. Li benda tu kesî nemînin ku we pêş bixe. Heta desteka min jî bisînor bibe. Ez bawerî didim hêza jinê. Dibêjin; “wê karkerên hatîn perçiqandin cîhanê rizgar bikin”. Ez jî dibêjim; “jin wê cîhanê rizgar bikin”. Di Musa de, di Mihemed de bilindbûnekî li ser bingehê zilam heye. Di Xirîstiyaniyê de kêm jî be bi figûra Meryem heye, lê bisînor e. Min di rojnameyê de xwend. Li Îranê bisînor jî be, li ser pêşxistina azadiya jinê dest bi pêkanîna malên namusê (îffet) hatiye kirin. Ecêb e, wekî ku min dişopînin, ez wisa dihesim. Min berê gotibû malên azadiyê. Hûn dikarin di her welatê de malên wiha ava bikin. Hûn dikarin di destpêkê de hin navên xwedawend weke Înanna bikar bînin, malên wiha saz bikin. Di vê mijarê de ramanên weke baran tên bîra min. Ez wan her heftê di warê têbîniyên biçûk de, ezê hewl bidim ku wiha ragihînim ji bo we.
Min kûlîlk dabû we, min vegotibû ka ev çiqas pirsgirêk çêkir. Di demên bûrî de dîsa rewşekî mîna vê çêbû. Di kulekê (havalandirma) de şînkayiyek çêbûbû. Tiştekî wek striyê bû, ne kûlîlk jî bû. Min girt, anî oda xwe. Wek ser oda girtin, lê gerîn. Piştre jî tevayî şînkayiyên di kulekê de jêkirin. Min got; “çi ye, çi heye, çi çêdibe? Çima ewqas mezin dikin?” Lê berxwedanekî wisa qebe ranexist, min pêwîst nedît. Naxwazin ku ez kûlîlkekî jî bidim we. Çima? Di zanedariya pozîsyona (rewş) min de ne. Wan bûyeran ji yên ku dibêjin “li Îmrali bi dewletê veşare re pêyman daniye, di wir de weke qralan dijî” re baş vebêjin. Lê ez ji xwe re nakim mesele. Ne pêwîst e. Lê belê ji bo ku hûn mercên ez tê de bîzanin, diyar dikim. Di bingeh de em dikarin meseleya kulîlk wisa vekin. Li ser navê min dikarin kulîlk bidin herkesî. Herkes dikare kulîlk bide hev. Em dikarin kevneşopekî wiha biafirînin. Di nameyên hatîn de fîgûrên kulîlk hatibû karanîn. Ez jî Şoreşa Jinê Şoreşa Gulêye 12 dixwazim wiha bersiva wan bidim. Ger destûr neyê dayîn, em dikarin wiha derbas bikin, herkes di nameyên xwe de dikare bikaranîna kulîlka bidomîne.
Nivîskarê Îngilîz di pirtûka xwe ya “Bermayên Nînowa” de piştî ku dîtiye jina Kurd di demekî zor de xwe ji pencere diavêje û yên di rewşa zor de mayîn rizgar dike, dibêje “min bawerî da ku jina Kurd dikare her tiştî bike”. Tevî hemû kêmahî û nebesiyên xwe, keç û jina Kurd mîna jinê Ewropayî tam nebûne jinokî. Min vê aliyên wan dît, min ji bo azadiya jinê hewla mezin da. Min li Romayê gotibû, “projeya jina azad nîvçe ma”. Lê di encama lêhûrbûna min ya li vê derê, min kûrtir kir û vê yekê şewqdana parêznameyan kir. Gelo hewldana min ya di têkoşîna azadiya de tê lêkolan? Di vê mijarê de kesên lêgerîna xwe heyîn hene? Di mijarê jin û êş, jin û edalet jin û azadî, jin û hûner, jin û xweşikbûn de divê lêkolîn werin kirin, divê werin pirtûk kirin. Min gotibû Peyman Civakî. Bawer im wê kirin pirtûk. Jina xweşik, wêrek, xwedî vîn, dikare cîhanê fetih bike. Ez tu carî weke jinekî tam, li nêzîkê jinê nebûm. Hin jin û zilam li dijî vê har bûn. Aliyekî mezin yê tepkiyê wan ji wê ye. Di dîrokê de jî du xet hene; xeta Musa û Zerdeşt. Xeta Zerdeşt xwe dispêre civaka neolîtîk ku di qontara çiyayên Toros-Zagros de bi çandin û xwedîkirina heywanan ve xerîk dibin. Ji serdestiya zilam zêdetir, aliyê vê yê wekheviyane, ji azadiyê re vekirî heye. Xeta Musa heta dirêjî Sûmer dibe. Piştre xeta jinê ya bi Meryem pêşketî, bi pevjîna yek kesî ve li Ewropayê hîn jî didome.
Her nasnameya xwe dibînin, her ku azad dibin, ez bawerim hûn matmayî dimînin¸kifşa cîhanekî nû dikin. Divê hûn xebatên xwe li ser bingeha Akademiya Azadiyê bi rêve bibin. Tiştekî ku cesaret û vîn nikae fetih bike nîne. Yên îdîa û hêrsa xwe heyîn vê yekê bi ser dixînin.
Dikarin materyalên perwerdeya kêşeyên Sûmer û Misir lêbikolin. Min di vê derê de çar sal perwerdeya yek kesî dît. Min di tarîtiyê de, di mercekî bêhewa de pêk anî. Dikarin vê yekê mînak bigirin. Hûn dikarin li ser xebatên çand û aborî hûr bibin. Dikarin giranî li xebatên demokratîk û hûnerê bidin. Ev karê pîroz in. Min berê jî diyar kiribû; di vê mijarê de ramanên weke baran tên bîra min. Şerm û kîrêtiya bi hezaran sal me rûxand, merxasî, hedarî û wêrektiyê derxist holê. Ev yek min şanaz dike, ez rûmetiya vê dihilgirim. A gûl pêl bi pêl belav bûye. Şoreşa jinê şoreşa gûl e. Ev yek eşkere bûye.
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/19/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-1/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/20/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-2/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/21/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-3/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/22/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-4/
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/23/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-5/