Evîndar CUDÎ
“Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Çiyayê Cudî bi sedhezaran sal malovanî ji civaka xwezayî re kiriye. Her kêliya ku ez ber bi Cudî ve diçim Cudî ji min derdikeve. Her gava ku ber bi Cudî ve diçim, Cudî bilindtir dibe. Ez li ber heybeta Cudî nizim dibim, piçuk dibim…
Cudî bilind dibe, bilind dibe. Her gavek min, min dikşîne xwe. Heybet û pîrozbûna wê bandor li ser hiş û xeyalê min dike. Muyê laşê min hemû gij dike. Ker û lal dike. Her ku min dikşîne ber bi xwe ve, mêjiyê min, dilê min, hestê min bi giştî hemû gewdê min dîl digre. Êdî xwe hîs nakim. Ez ne ezim. Ez Cudî me. Em yekin…
Ev çiyê min dikşîne xwe? Ne heqîqeta gerdûnî be? Yan jî ne bihişt bi xwe be? Dibe ku sefineya ‘nebî Nuh’ be. Yan jî xwîna bi hezaran pekrewanan be ku bûne dengê bêdengiyê bin. Yan jî dibe belav bûna mirovahiyê bi xwe be.
Cudî êdî li beramberî min, wekî jina ku li peyî ’104 ME’ yên xwe ketiye. Cih dîtiye, cidiye, cih-war e, mekan e, merdî ye, camêrî ye û heybetekî eşqa îlahî ye. Êdî Cudî ne Cudî ye ku tê bilêvkirinê. Cudî heqîqeta bi milyonan sal ya gerdûnî ye. Êdî hecmê wê, sekna wê, heybeta wê, ne heybeta Cudî ye min berê xeyal dikir. Cudî êdî dayike, yan jî landika ku mirovahiyê winda kiriye ku timî min dikşîne xwe ye…
Êdî xeyalên min ên veşartî yek bi yek derdikevin, li min dixin, min bi eşqê re rû bi rû dihêlin. Êdî dibêje evîna dayika pîroz ya bi axê re, evîna înanaya bi ‘ME’ yên wê re ye. Yan jî dibe ku Zerdeştê ku di xwe de ax, av, hewa, agir û şinkatiya xwezayê dide jiyîn be. Edula ku Dewrêşan di şer û cengan de serdixe ye. Evîna Memê Alan, Siyabend û Xecê, Mem û Zînan, Ferhat û Şîrînan e. Yan jî dibe girêdana gêrîlayek bi çeka wê re be. Bêrîtana ku bersiv dide dijminên hindir û derve, Semaya ku di kêliya de tenê Rojê dibîne, Zîlana ku destên dirêjî Rêbertî dibin, qut dike û Vîyana ku heger jiyanbike, tenê bi Rêbertî re ye.
Êdî ez, ez nînim. Ez di kêliyê de, kêlî bi kêlî Cudî dijîm, hîs dikim, xeyal dikim, bê dawî dergeh li ser dergehan vedikim. Êdî tu kes tu tişt nikare min û Cudî ji hev cûda bike. Êdî di kêliyê de li gipika herî jor bi Cudî re, bi qehremanî û destanên Egidiyê re rû bi rû me. Ez êdî wê kêliyê di stargeha mirovahiyê de dijîm. Ez êdî di xwe de ne qeyd û zîncîran, ne jî koletiyê qebul dikim. Ez êdî bi bask dibim, kêlî bi kêlî azad dibim û li hemberî neheqî, bê mafî, çewisandin û nerastiyan şer dikim. Ez êdî îfadeya Cudî ya dawî me ku wê bilêv dikim. Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Dîrok di kêliyê de jiyankirin, weke bandora pêlên baya çengên pel pelikê ye. Êdî zimanê gerdûnê ye, sê serdeman di heman kêliyê de dijî; kêlî rabirdû, niha û demê bê dijî. Di xwe de sitargeha mirovatiyê, di kêliyê de herdem azadiyê di jî.”