BEYRÛT – Li ser vexwendina Yekîtiya Ciwanên Kurd li Lubnanê, bi dehan ciwanên Kurd li Beyrûtê civiyan.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê rêveberê Yekîtiya Ciwanên Kurd Cemîl Yûsif axivî û îşaret bi vê yekê kir ku gerege ciwan xwe bi rêxistin bikin da ku karibin di her qadan de xwe serkeftinana qezenc bikin. Cemîl her wiha got: “Rêxistinkirina ciwanên li derveyî welat girînge, divê ciwan di aliyê aliyê fikirî û çandî de xwe pêş bixin û destekê bidin gelê xwe.”
Paşê nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed axivî û rewşa siyasî nirxand. Ebdulselam Ehmed îşart pê kir serkeftinên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine qezenckirin, di serî de bi keda ciwanan. Têkoşîna ciwanan plan û siyasetên li dijî herêmê têk birin. Ebdulselam anî ziman ku gefxwarinên dawî yên Tirkiyê reflêksa wê ya ji ber têkçûna planên wê li dijî îradeya gelan e.
Ehmed bang li ciwanan kir ku bi hemû hêza xwe destekê bibin şorşa gelê xwe û rêxistina xwe xurt bikin.
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.